8/5-2005 Netkurd
(1)
Çendakî berê rojnama Peyama Kurd(hejmar nuha nayê bîra
min) li ser êzdiyan nivîsek ne xweş weşandibû. Li ser vê, Emer Tuku û gelek
kesên din Peyama Kurd bi xurtî rexne kirin û gelek nivîsên tûj nivîsandin.
Bêguman min nivîs hemû nexwendin. Û di yên min xwendin da jî li gel gelek
tiştên rast û bi heq, li gor min gelek tiştên ne rast û neheq jî hatin gotin.
Di nav van nivîsan da nivîsa dostê min ê hêja Têmûrê Xelîl(nivîs di malpera
Avesta, hejmara 83an da hat weşandin) bi taybetî bala min kişand.
Di nivîsa xwe da ew bi berpirsiyarê malpera Mehnamê ra li ser şandina
nameyeke pîrozbahiya Cejna Qurbanê minaqeşeyekê dike. Munaqeşa li ser çima te
ji min ra pîrozbahiya Cêjna Qurbanê şandiye(vî biraderî carê Noela min jî
pîroz kiribû!)ez didim alî kî, çimkî ez vê yekê pir girîng nabînim.
Lê di vê munaqeşa herduyan da Têmûrê Xelîl li ser Îslamîyet û asîmîlasyona
kurdên Azirbêcanê jî gelek tiştên balkêş û li gor min ne rast dibêje. A tiştê
ku min alaqdar dike û ez dixwazim li ser rawestim ev dîtin û fikrên Têmûrê Xelîl in.
Lê berî wê, ez dixwazim bibêjim ku ez merivekî ne bawermendê tu olê me, ez
merivekî ataîst im û baweriya min bi tu ol û Pêxemberî tuneye.
Lê wek însan bi taybetî ez gelkî qedir û qîmetê didim êzdîyan û êzdîyatiyê.
Ji ber ku him wek ol û him jî wek civat gelek tiştên kurdan bi evîniyeke
mezin di nava xwe da hewandine û heta roja îro anîne. Ev yek hêjayî hurmet û
pesnê ye. Û loma jî ez vî heqê wan didimê.
Lê ev nayê wê maneyê ku îslamiyetê qet feyde negîhandiye çand û zimanê me,
tenê zirar daye me. Îddiayeke wiha him ne rast e û him jî dûrî ilm e.
Nuha ez werim ser hin dîtin û tespîtên Têmûrê Xelîl.
Birêz Têmûrê Xelîl di nivîsa xwe da sebebên asîmîlasyona kurdên musilman îslamiyetê
dibîne û ji bo xurtkirina vê têza xwe jî kurdên Êrmenîstanê û yên Azerbêcanê
dide hember hev û wek nimûne nîşan dide. Ew dibêje:
“Di salîn 30î da li Azirbêcanê 42 hezar kurd hebûn, lê li Ermenîstanê 6 hezar
kurd hebûn. Îcar îro gereke jimara kurdên Azirbêcanê 10 qat bibûya û
bigihîşta nîv mîlyonî. Lê li wir hema bêje kurd neman, ji ber ku musilman
bûn. Lê jimara kurdên Êrmenîstanê deh qat zêde bû û gihîşt 60 hezarî, ji ber
ku êzdî bûn. Sebebê vê yekê musulmanî ye. Eger hûn li sebebekî din jî
bigerin, wê dîsa musilmanî derkeve pêş we.”
Bi qasî ez dizanim di vî warî da tu lêkolîneke ilmî tuneye ku bi delîl û
îspat yanî bi faktên ilmî me ronî û îqna
bike. Lê wek texmîn dibe ku îslamîyetê di helandina kurdên Azirbêcanê da kêm
zêde rolek lîstibe.
Bes li gel vê, bêguman gelek faktorên din jî hene. Loma jî ne rast e û ne jî
dîtineke ilmî ye ku meriv helandina kurdên Azirbêcanê tenê bi Musilmanbûna
wan ve girê bide.
Bingeheke zanistî ya vê îddîayê tuneye.
Heger mesele hewqas sivik bûya divê kurdên Îranê, Îraqê, Tirkiyê jî wek yên
Azirbêcanê asîmîle bibûna û wek wan ji binda nemana.
Her wisa divê her hindikayiyên musilman jî li her welatekî musilman wek
kurdên Azirbicanê biheliyana.
Lê em dibînin ne wiha ye. Mesele numûna kurdên Anadoliya Navîn gelkî balkêş
e. Ew ev sêsed sal in ku koçberî Anadoliya Navîn, nava tirkan bûne, lê wek
yên Azirbêcanê hîn asîmîle nebûne. Li gel ku çarhawêlî wan hemû tirk in jî lê
ew hîn neheliyane û wek kurd mane û gelkî jî zêde bûne. Û îro jî her ku diçe
bêtir tevî tevgera kurd ya netewî dibin.
Sebebên asîmîlebûna kurdên Azirbêcanê gelek in û divê em kurd li ser van
sebeban bi rengekî ilmî û bêyî pêşbiryarî rawestin.
Heger sed sebebên asîmîlebûna kurdên Azirbêcanê hebin Îslamîyet jî dikane tenê
sebebek be. Lê divê em jibîr nekin ku nodûneh sebebên din jî hene. Ji van
sebeban yên herî esasî bi baweriya min ji musilmaniya wan bêtir, siyaseta
dewleta Azerî ya li hember wan bûye.
Viya meriv bi hêsanî di nimûna kurdên Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê da dibîne.
Kurdên Îran û Îraqê wek yên Tirkiyê û Sûriyê neheliyane. Li gel ku ev herçar
dewlet jî musilman in, lê rewş û pêşketina kurdan ji hev gelkî cudaye. Çimkî
li Tirkiyê û li Sûriyê bi xurtî xwestine kurdan bihelînin, bikin tirk û ereb,
lê li Îranê û Îraqê wiha nebûye. Loma jî rewşa kurdên Tirkiyê û Sûriyê ji yên
Îraq û Îranê pir û pir xeabtir e.
Diyar e li gel gelek sebebên dîrokî, civakî û aborî dewleta Azerî jî wek dewleta Tirk bi plan û porgram
xwestiye kurdên Azirbêcanê yên sûnî asîmîle bike.
Em dizanin li dinyayê hindikayiyên(mînorîtetên) ku asîmîle bûne tenê ne
kurdên Azibêcanê ne. Di dema Împaratoriya Osmanî da gelek milet hatine
helandin û ji qada dîrokê hatine rakirin.
Mesela cihû, êrmenî û rûm, li gel ku ne musliman bûn lê dîsa jî bi zor û zixtên
civat û dewletê bi piranî musliman bûn ya jî hatin musilmakirin û heliyan.
Li Balkanan jî bi sedhezaran kesên xaçparêz çi ji ber darê zorê û çi jî ji
ber hin berjewendiyên siyasî û aborî bûn musilman û tirk. Ji têkçûna Împaratoriya
Osmanî û vir da ji van xaçparêzên balkanî nêzî 20 milyon kesên musilmanbûyî koçî Tirkiyê kirin û hemû jî bûn tirk.
Di sedala 16. da jî bi hezaran cihû ji
Îspanyayê reviyan nav dewleta Osmanî û ew jî hemû bûn musilman û tirk, ku ji
wan ra dibêjin ”Sabateyist”.
Yanî gelek caran cihêtiya dîn(olê) ji fêydeyê bêtir dikane zirarê bide
miletan.
Dîsa em dizanin ku di nav kurdan da jî gelek kes berê ne musilman bûn, lê
dûra ji ber şertên civakî û zixt û zora dewlet û civatê ew jî bûne musilman û
kurd.
Û ev yek ne tenê di civatên Rojhilat da bûne, li Xerbê jî nimûneyên wiha
gelek in.
Di sedsala 19 an da li Ewrûpayê bi sedhezaran kesên cihû ji tirsa ruhên xwe û
bi zora dewlet û civatê ola xwe
guherandin û bûn xiristiyan. Lê di dawiyê da vê yekê jî têr nekir, dawî hat
gihîşt komkujiya naziyan.
Gelo ji bo çi li Îranê Farisan nikanîbûne kurdan, azeriyan, ereban û hin
neteweyên din bihelînin, lê azeriyan kanîbûne kurdan asîmîle bikin?
Wek min li jor jî bi çend numûneyan destnîşan kir, heger
mesele tenê dîn(ol) bûya wê demê divê li her derê dinyayê miletên musilman
yên bindest ji alî yên serdest ve bi hêsanî bihatana asîmîlekirin.
Lê dîrok bi gelek nimûneyên dûr û nêzîk nîşanî me dide ku her tim ne wiha ye
û gelek caran jî nimûneyên eksê vê yekê hene.
Birêz Têmûrê Xelîl îslamiyetê ne tenê sebebê asîmîlebûna kurdan ya esasî
nîşan dide, her wisa ew dibêje mesela Azerbêcanê, ”tenê nimûneyeke, ku
musilmanî me çawa ji kurdayetiyê bi dûr dixe.”
Bêguman ev dîtin jî bê bingeh e û ji bin da ne rast e. Heger em vê îddîa
Têmûrê Xelîl wek rastiyekê qebûl bikin wê demê emê hebûna hemû klasîkên xwe
yên wek Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ahmedê Xanî” û
gelekên wek wan gelo bikanibin çawa îzah bikin?
Ma vanan hemûyan bi xizmet û berhemên xwe em ji kurdayetiyê dûr xistine?
Bêguman na.
Berovaciya vê îddîayê, em hemû kurd çi êzdî, çi elewî û çi jî musilman giş bi
berhemên van klasîkên xwe dilşad û serblind in. Û em baş dizanin ku hemû klasîkên me jî ne tenê musilman bûne,
ew her wisa di dereceyeke gelkî bilin da mela, dîndar û alimên mezin bûn jî.
Ev yek ne tenê di nav kurmancan da, di nava devokên din yên kurdî da jî dîsa
wisa ye.
Bi zaravayên kurdî yên din jî yên ku
ala kurdperweriyê bilind kirine dîsa kesên mela û dîndar in.
Mesala Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Rizayê Telebanî tenê çend nimûne ne.
Ku bingeha çand û edebiyata me ya netewî ji alî van mela, dîndar û alimên îslamî
ve hatiye danîn. Û ne tenê klasîkên me, yên piştî wan jî heta bigihîje dawiya
sedsala nozdan dîsa giş mela û feqe bûne.
Ji Pîremêrd û Hejar bigre, heta bi Cegerxwîn mele hemû feqe bûne û di
hucreyên dînî da perwerde bûne.
Lê li alî din, em dibînin ku kurdên ne musilman tu berhemên klasîk
nexuliqandine.
Û ev yek ne tenê ji bo dema klasîk, di vê sed sala dawî da jî ev yek wiha ye. Mesela hemû êzdiyên
Kurdistanê ji hezarî yekê êzdiyên Êrmenîstanê jî berhem nedane.
Gelo ji bo çi?
Mesela li gel ku li Kurdistana Bakur, li herêma Wêranşarê, Diyarbekrê, Sêrtê
û Mêrdînê nufûsa êzdiyan bi kêmanî
bîst qatê êzdiyên Êrmenîstanê bû, lê em dibîn tu berhemeke kurdî
nexuliqandine.
Di vê nimûneyê da jî meriv dibîne ku ji ”dîn” wêdetir, şertên civakî û siyasî
û derece hebûna azadî û demokrasiyê gelkî girîng in û esasî ne.
Dema di warê civakî û siyasî da civat azad bin bi pêş dikevin û berhemên hêja
dixuliqînin.
Çi ol dibe bila bibe, jixweber meriv ne dike welatparêz û ne jî ji
welatparêziyê dûr dixe.
Çawa ku do hemû mela û dîndarên kurd, gişan bi kurdî nenivîsandine û ji
miletê xwe ra berhemên wek yên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî li pey xwe
nehîştine, îro jî her kurdê xwenda û xwedî dîplomayên bilind ji miletê xwe ra
xizmetê nakin û berhemên bi kurdî li pey xwe nahêlin.
Azeriyan xwestin kurdan bihelînîn, helandin, bêguman hin şertên civakî, olî û
siyasî jî ji wan ra bûn alîkar, lê êrmeniya nexwstin, loma jî kurd neheliyan.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar