(2) Bêguman dîsa divê em ji bîr nekin ku şêx, mela û kesên
bawermend ne tenê ji ziman, edebiyat û kultura kurdî ra xizmetên mezin
kirine, her wisa wan heta dawiya sedsala 20an ji hemû serîhildanên kurdan yên
netewî ra pêşengî jî kirine. Hema ji Mîr Bedirxan, Şêx Ubêdullhê Nehrî, Şêx
Mahmûdê Berzencî, Qadî Mihemed û Mela Mistafa Barzanî bigire, heta bi Şêx Seîd
û Seyid Riza,(Seyid Riza ne tê da) hemû jî ne tenê musilmanên temam bûn, her
wisa şêx, mela, oldarên mezin bûn jî.
Yanî dîroka me kurdan ku em kurdên Îran û Iraqê jê bidin alîyekî, heta
Serîhildana Dêrsimê, hemû jî di pêşengiya şêx, mela û kesên oldar da çêbûne. De îcar meriv çwa kane vê dîrokê înkar bike, ya jî bibêje ku ”îslamiyetê em
ji kurdayetiyê dûr xistine”?
Loma jî bi baweriya min ev îdîayeke ne rast e û înkara rastiya dîroka me ye.
Birêz Têmûrê Xalîl dibêje:
”Îro her kes qebûl dike ku stranên
kurdî yên here baş yên radyoya Rewanê ne. Lê kêm kes di wê pirsê da kûr bûye
ku ew çawa bû, ku çend hezar kurdên Êrmenîstanê karîbûne karekî wisa mezin
bikin û 20 milyon kurdên bakur li dû xwe bihêlin? Piraniya dengbêjên wê
radyoyê jî an kurdên êzdî ne, an jî êrmenî ne. Sebebeke serketina kurdên
Êrmenîstanê di wê yekê da bûye ku ew ne musulman bûne. Ji ber musulmanî liser riya pêşketina çanda gelan da gelek astengan çê dike.”
Di van çend rêzên jorîn da birêz Têmûr gelek tiştên çewt
dibêje. Ji dêlî ku kêmberhemdana kurdên bakurê Kurdistanê bi zulm û zora li
ser wan û bi qedexebûna ziman û kultura wan ve girê bide û sebebê esasî bi vê
yekê îzah bike, radibe vê yekê bi îslamiyetê ve girê dide û dibêje ji ber ku
kurdên bakur musilman û tirk jî musilman bûn, loma jî bi qasî çend hezar
kurdên êzdî xizmet nekirine.
Ev têz hovîtiya tirkan û siyaseta wan ya helandina kurdan derdixe paqijiyê û
sûc dike hustiyê îslamiyetê.
Bêguman li ser navê îslamiyetê jî gelek zulm li me kurdan bûye, lê ne di vê
meselê da.
Carê berî her tiştî sebebê ku çend hezar kurdên êzdî yên Êrîvanê ji 20 milyon
kurdên bakur bêtir, di warê çand û muzîkê da kar kirne ne ji ber êzdîtî û ola
wan e. Ev yek girêdayî hin maf û îmkanan e.
Yekîtiya Sovyetan û hikûmeta Êrmenîstanê wek hemû hindikayêyên din, hin maf
dabûn kurdan jî. Kurdan jî wek grûbên din dikanîbûn bi destûr û alîkariya
dewletê pirtûkan biweşînin, rojnameyan derxin û bi riya radyoya Êrîvanê, di
warê muzîk da gelek xebêtên hêja bikin. Ji bo van karan ne tirs û ne jî hefs
hebû.
Lê li bakurê Kurdistanê bira alîkariya dewleta tirk li wir bimîne, di ser da
girtin, kuştin, sirgûn û hefs hebû.
Di wê dema ku kurdên Êrivanî ji bo her straneke kurdî ji dewletê alîkarî
digirtin, li Kurdistana Tirkiyê axaftina yek gotina kurdî jî dibû sebebê
cezayê peran û belkî jî lêdan û hefsê.
Li ba kê du rêzên bi kurdî bihata
girtin dewletê mala wî dişewitand. Heta salên 1970ê jî di dawetekê da ya jî
di şevekê da yekî du gotinên kurdî bigota ew dihat girtin û hezar bela dianîn
serî wî.
Heger Tirkiyê jî wek Êrmenistanê îmkan bida kurdan û zimanê wan qedexe nekira
bêguman wanê jî gelek berhemên hêja derxistana holê.
Li gel van şertên dijwar jî li bakurê Kurdistanê bi sedan dengbêj derketine û
xizmetê gelk baş jî kirne.
Di vî warî da Swêd nimûneyeke pir
balkêş e.
Jiber ku li Swêd zimanê kurdî ne qedexeye em dibînin ku eynî kurdên bakur di
nav 25 salan da bi hezaran pirtûk, rojname û kovar derxistine; di warê dîrok,
ziman, edebiyat û muzîkê da jî gelek xebatên hêja û baş krine.
Îcar ji ber ku tirkan ev îmkan û mecal nedane kurdan û rê li ber pêşketina
zimanê kurdî girtine, loma jî kurdên bakur nikanîbûne li welatê xwe tiştekî zêde
bînin meydanê. Ev yek ne ji ber îslamiyetê yan jî ji ber bêxîretiya wan tê,
ji ber siyaseta dewleta tirk ya nîjadperest tê.
Ev yek li Bexdayê jî wiha bû. Li wir jî hikûmeta Bexdayê hin maf û îmkan dabû
kurdan û kurdên wir jî wek yên Êrîvanî û heta ji wan gelkî bêtir jî ji van
maf û îmkanan sûd wergirtin û gelek berhemên hêja pêşkêşî gelê xw kirin.
Heger îmkanên kurdên Êrîvanê di destê kurdên bakur da(yên tirkiyê) hebûna
bêguman wanê jî bi qasî nivîskar û dengbêjên êzdî ji gelê xwe ra xizmet
bikirana.
Sebebê nekirina kurdên bakur ne musilmaniya wan e, heger wisa bûya divê
kurdên başûr û yên Îranê jî tiştek nexuliqandina, çimkî ew jî û dewletên Îran
û Îraqê jî musilman in.
Lê em dibînin ku kurdên van herdu beşên Kurdistanê di warê dîrok, edebiyat û
muzîkê da bi hezaran berhem xuliqandine, bi sedan şair, nivîskar û dengbêjiên
gelkî mezin derxistine.
Ev aliyekî meselê, aliyê din jî hemû stran û kilamên ku di Radyoya Êrîvanê da
hatine gotin giş ne berhemên kurdên êzdî yên Êrîvanê ne. Dibe ku beşek jê
berhemên wan bin. Lê piraniya wan, stran û kilamên gelêrî ne û ji alî kurdên
ne êzdî va hatine afirandin û ji dîroka Radyoya Êrîvanê gelkî kevintir in.
Dengbêjên kurdên musilman jî wek yên Êrîvanê bi salan ev stran di şevbêrkan
da, di odeyên mîr û begên xwe da gotine. Heta meriv dikane bibêje ku piraniya
van stranan bi xêra ode û şevbêrkên axa, mîr û begên musilman hatine
gihîştine roja me ya îro.
Birêz Têmûrê Xelîl di dereke din ya nivîsa xwe da Kurdên bakur hinekî bêxîret
û ne nekurdperwer dibîne, wiha dibêje:
”Îro li Tirkiyê û li Kurdistana Tirkiyê 20 milyon kurd hene, lê bi karên xwe
yên kurdayetiyê va gorî wê jimarê dernakevin. Eger ji wana 2 milyon kurdên
êzdî bûna, bira hîç şika te tunebe ku çêbûna Kurdistanê wê nêzîktir bûya.”
Bêguman tu aletek di destê me da tuneye ku em rastî, yan jî neresatiya vê
îddîa birêz Têmûr test bikin, ev tenê speklasiyon e û li ser speklasyonan jî
meriv nikane minaqeşeyên ilmî bike.
Lê tiştê min matmayî dihêle yekî wek Têmûr ku kêm zêde haya wî ji dîroka
kurdên bakur heye, çawa dikane tiştekî wiha bibêje?
Em hemû dizanin ku di nav van 150î salên dawî da kurdên bakur berê li hember
osmaniyan û dûra jî li hember tirkan
bi kêmasî 20-30 carî serî hildana û bi sedhezaran şehîd dane. Îcar ez
fêm nakim îslamiyetê çawa rê li ber kurdan girtiye? Em bi tirkan nikanin ew
tiştekî din e. Lê sûc ne îslamiyet e, xurtî û hovîtiya dijmin e, qelsî û
bêxwedîbûna me ye.
Rast e yekcarnan, dema şertên der û hundur li hev bên cihêtiya reng, dîn û
zimên dikane feydeyê bigihîne têkoşîn û rizgarbûna netewan.
Îcar di mesela me kurdan da jî ev yek ewê wihabûya yan na, ez hinekî dudil
im. Çimkî yekcarnan jî ev cihêtî wek ya êrmeniyan dikane bibe sebebên komkujî
û trajediyên gelkî mezin.
Loma jî ez dibêjim, heger ne xêra ola îslamiyetê bûya gelo em kurd jî emê wek
êrmenî, asûrî û rûman nehatin qirkirin? Ji bo pûçkirina dîdtineke wiha di
destê me da çi delîl û îspat hene?
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar