12 december 2020

Kêra kalanî

 



Xanim ketiye mitpaxê, teqreqa wê ye, ji me ra lasagna çê dike.

Min jî jê ra pîvaz, îsot û malzemeyên êwê têxê hûr kir. Dema min pîvaz hûr dikir, navê ”kêra kalanî” hat bîra min.

Kêreke me ya pahn, mezin hebû. Gorbuhuşta dîya min jê ra digot ”kêra kalanî.”

Ji kêrên biçûk ra nedigot "kalanî", tenê ji kêra mezin a hinekî devpahn ra digot kêra kalanî.

Gava goşt hûr dikir, ji me ra digot, ”hela herin wê kêra kalanî ji min ra bînin.

Ji bo ku dilê min têkeve cî, min ji xanimê pirsî, got rast e, me jî li gund ji kêra mezin ra digot ”kêra kalanî.”

Li herêmên Kurdistanên yên jî ev nav heye ya na ez nizanim.

Çima dibêjin "kêra kalanî", koka "kalan, kalanî" ya etîmîlojîk çi ye, ji ku derê tê ez nizanim. Yê zanin me agahdar bikin ezê kêfxweş bibim.

Min hinekî bala xwe da ferhengan, diyar e ev kêra malê, wek şûr û xencerê berê bi kalan bûye, lema jê ra gotine ”kêra kalanî”,  yanî kêra bi kalan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE