Çendakî berê alimekî alman (Dîrektorê Enstîtuya Genetîk ya
Lêkolînê ya Leipzigê)bi navê Volkmar Weiss, piştî hin testên IQê li ser
korfahmiya (nejîrbûna, nezekîbûna) zarokên tirkan bi kurtayî wiha got:
“Testên hatine kirin nîşan didin ku zarokên tirk yên li
Almanyayê hatine dinyayê ji yên alman korfahmtir in.”
Li ser vê, tirkan bi qiç û pîlan ve xwe rakirin û li erdê
xistin, gotin miheqeq hîleyek di vê lêkolîn û testê da heye. Tirk û korfahmî?
Ev yek ne maqûl e!
Ne maqûl e ji ber ku Ataturk gotiye:
“Tirkek bergendî(bedêlî) dinyayê ye!”
De îcar çawa dibe, li alîkî ewê tirkek bergendî dinyayê be
û li aliyê din jî ewê zarokên wan ji yên almanan korfahmtir bin?
Ev dijayetiyeka mezin e.
Her çiqas yekî “dîn” got, “wele ez nizanim em tirk ehmeq
in ya na, lê tiştê ez dizanim em ne civateke biaqil in. Ku ne wiha bûya divê
em ji almanan pêşdetir bûna. Lê em ne pêşdetir in. Yanî tiştek heye.”
Bi îhtîmaleke mezin tirk ewê bibêjin xwediyê van gotinan
“dîn” e, heger ne dîn be wê gavê sedî sed “xayin” e û dijminê miletê tirk e.
Hîn ev qere-pere û teşxela tirkan kês û fês nebûbû, yanî
hîn tirkên “bergendî dinyayê” baş aş nebûbûn, Volkmar Weiss bi eşkerekirina
netîca testeke nuh minaqeşa heyî gurrtir û hartir kir.
Volkmar Weiss got:
Ne tenê zarokên
tirkan yên li almanyayê hatine dinyayê, tirkên li Tirkiyê dijîn jî li gor
Ewrûpiyan korfahmtir in.
Yanî ne tenê zarok, dê û bav jî ji almanan korfahmtir in.
Xwedê tiştekî wiha neyne sere tu miletî!
Lê bi baweriya min ev netîce ewê normal be.
Hûnê bibêjin çima?
Ji ber ku pêşiyên tirkan bi xwe gotine, “ne ekersen onu
bîçersîn” yanî tu çi biçîne tu yê wi
ya jî biçine.
Dema tu ceh biçîne tu nikanî birincê rakî, tu bizrê tirpan biçîne tu nikanî
tûfirengiyan(çîlekan) biçine.
Loma jî ji dê û bavekî korfahm jî ne mimkûn e ku zarokekî jîr û biaqil were
dinyayê.
Ev yek ne ji bo tirkan tenê, ji bo her kesî wiha ye.
Erê yekcarnan mûcîze jî mimkun e, lê axir ew jî mûcîzeye.
Lê heger ev îddîa Wolkmar Weiss rast be, yanî heger tirk
bi rastî jî wek ew dibêje “korfahm” bin û li gor almanan jî “ehmeq” bin, wê
demê emê çi navî li rewşa xwe kin?
Çimkî em di bin destên van “korfahmanda” ne. Gelo em ji wan korfahmtir in
loma em ketine bindestên wan, yan sebebekî din heye?
Em werin ser meselê.
Rojnameya Hurrîyetê bi rojan li ser netîceyên testên Wolkmar Weiss rawestiya
û di rûpelên xwe da da minaqeşekrin.
Pirsa Hurrîyetê ev bû:
“Gelo tirk korfahm in ya na?”
Min zanîbû di nava her miletî da însanên korfahm, yanî
kêmaqil hene û him jî têra xwe pir in.
Lê di mesela ku “miletê korfahm” jî heye ya na”, a di vir da serê min pir ne
zelal e.
Dibe ku ev jî keşfeke nuh be.
Çimkî ilim roj bi roj bi pêş dikeve, gelek tiştên do me nizanîbû îro ji bo me
bûne zanînên herî basît. Dibe ku ev mesele jî wiha be.
Wek tê zanîn, li ser “birayên” me yên tirk, ev ne cara
pêşî ye ku tespîteke wiha ilmî tê kirin. Vê korfahmiya” wan, bala Azîz Nesînê
rahmetî jî kişandibû. Wî jî di saxiya xwe da carê gotibû:
“Ji sedî şêstê tirkan ehmeq, durû û sextekar in.”
Wê demê li ser vê tespîta Azîz Nesîn jî tirk wek mozan
azirî bûn, gotinên nemayî ji Azîz Nesîn ra kiribûn û heta hin ehmeqan
xwestibû wî bikujin jî.
Êrîş û heqaret hewqas zêde bûn, dawiya dawî rahmetî ji mecbûrî rabû bersîveke mîzahî da hemû
rexnegirên xwe. Bi qasî ku di bîra min da maye tiştekî wiha gotibû:
“Nuha min baş bawer kir ku ne ji sedî şêst, ji sedî
heftêyê miletê tirk ehmeq e. Heger ne wiha bûya divê piraniya milet gotinên
min negirta ser xwe û xwe aciz nekira. Ji ber ku min negotibû ji sedî sedê
miletê tirk ehmeq e, min gotibû ji sedî şêstê wan, yanî min ji sedî çel jî
biaqil qebûl kiribû. Loma jî kesên min rexne dikin dikanîbûn xwe di nava ji
sedî çelê biaqil da bidîtana. Lê tiştê ez dibînim her kes peyvên min digre
ser xwe, kes xwe di nava hejmara biaqilan da nabîne. Ev jî tê wê maneyê ku
piranîya tirkan bi rastî jî ehmeq in.”
Li ser rastî û çewtiyên îddîa û reqemên Azîz Nesînê rametî
ez nikanim tiştekî bibêjim. Ew miletê xwe ji min baştir nas dike. Miheqeq
tiştek zanîbû, ehmeqiyeke miletê xwe dîtibû, loma jî ji qehran, ji kerba dilê
xwe wiha gotibû.
Jixwe dema meriv li rewşa “boyuk dewletê” yanî “dewleta
mezin” û li halê tirkan dinêre, meriv fêm dike ku rahmetî kêm gotiye zêde
negotiye.
Lê Volkmar Weiss îddîayên xwe wek Azîz Nesîn tenê di
çarçeweya muşahadeyên xwe yên şexsî da nahêle, ew di vî warî da delîl û
îspatên ilmî nîşan dide.
Mesela ew dibêje li gor netîceyên testên lêkolîna PISA mustewa zekayê(jîrîyê)
kêmzêde li Tirkiyê di bin 90 pûanî ra ye. Ev yek li Fînlandiyayê 107 e, li
Almanya, Hollanda û Îtalya yê 102, li Swêd, Swîsre 101 û li Înglistanê jî 100 e.
Li gorî Wolkmar Weiss, tirk ne tenê li Tirkiyê, li
Ewrûpayê jî di korfahmiyê, yanî di ehmeqî û kêmaqiliyê da yekem in.
Weiss dibêje, ”mustewa zeka (jîrîtiya) zarokên tirk yên ku
li Almanya hatine dinyayê û li wir jî mezin bûne 86 pûan e. Ya zarokên alman
102 pûan e. Li hemû paytextên Ewrûpayê mustewa zekayê (jîrîtiryê)kêmzêde di
ser 100î ra ye. Tenê li Berlînê di bin 100î ra ye.”
Wolkmar Weiss vê yekê jî bi hebûna zarokên tirkan ve girê
dide û dibêje, ”Sebebê vê yekê jî zarokên tirk in.”
Yanî Weiss dixwaze bibêje, ”tirkên li Almanyayê ne tenê
aboriya wan serobinîhev kirine, hin herêmên Paytexta wan kirine geto, IQa wan
jî daxistine bin ya xelkê. Yanî ew kirine kêmaqilên Ewrûpiyan.
Li hember malkambaxiyeke wiha helbet Angela Merkelê li hember endametiya
Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê derkeve.
Rojnamevanekî tirk pirseke wiha ji Weiss pirs kir:
”Bi vê teza xwe tu dixwazî bibêjî Tirkiye ne Ewrûpayîye,
Asyayî ye?”
Weiss got, ”Heyran li welatên Asya, wek Çîn û Japonyayê
kêmzedeyiya mustewa zekayê gelkî bilind e, li Çînê 100 e, li Japonyayê 105 e
û li Hongkogê jî 107 e.”
Ez meraq dikim, gelo IQa me kurdan çend pûan e?
Erê korfahmên(ehmeqên) me wek yên tirkan ne pir in, lê ez
bawer dikim yên hene jî li ser wan hesibandine, loma jî rewşa feqîran
xerabtir bûye.
Lê baş e ku li ser wan hesibandine. Bira rewşa wan
xerabtir bibe. Belkî rojekê li sebebên vê korfahmiya xwe bifikirin.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar