13 december 2020

Tirk gava zorê dibînin dibin pisik

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu di telefonê da ji wezîrê karên derve yê Îranê ji Cewad Zerîf ra gotiye, ”Erdogan wisa zanîbû şiîra Erez Erez li ser Qerebaxê ye, nizanîbû li ser Azerbêcana Îranê ye...”

Zor dîtin ji tirsa çawa çerx dikin û virên bi boçik dikin. Îcar nizanîbûye (!)

Gotinek heye, dibêjin, yê bêdîn ji heqê yê bêîman dertê.

Erdogan elimîye devê ewrûpiyan, lema jî carnan nikane xwe kontrol bike, xwe zêde berdide.

Li Bakuyê jî ji bo ku ji azerîyan ra şelafiyê bike, şiîra ”Erez Erez” ya li ser perçebûna Azerbêcanê xwend.

Lê dema Îranê reaksîyoneke pir tund nîşan da û gotinên giran jê ra kirin, bû pisik, dibêje min nizanîbû şiîr li ser Azerbêcana Îranê ye, min digo belkî li ser Qerebaxê ye…

Vira dike, ruyê xwe reş dike. Erdogan merivekî ji ço, ji zorê fêm dike, gava ji yekî netirse, dibe şêr, lê gava bitirse, dibe pisik, dibe kerguh.

Li hember Îranê bû pisik, dibêje min digot belkî şiîr li ser Qerebaxê ye, min bi şaşî xwend.

Fêlbaz, hîlebaz, duzenbaz, sextekar...


XXX
Tirkiye li Kurdistana bakur tenê şerê kurdan nake, serê salan e Kurdistana bakur, başûr û rojava dagir kiriye û li van hersê beşan jî şerê kurdan dikin, her roj herêmekê, gundekî bombebaran dikin û çend gundiyên kurd dikujin.

Çend roj berê dîsa sê gundiyên ji Nêrwe kuştine.

Hersê gundiyên (Mihsîn Hecî Sipêrî 64 salî, Hesen Sadiqê Zêrî 56 sal, Sefer Selîm Sînî jî 54 salî)9 roj berê çûbûn ser erdên xwe, îro termên wan dîtin.

Hersê jî bi balafirên Tirkiyê hatine kuştin. Li herêma Amedîyê tenê di nav 3 salan da 34 kes ji alî tirkan ve hatine kuştin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE