14 december 2020

Dar qalind e destê me lê nayê hev

Dijmin dîyar e, eyan beyan e, her kes nas dike. Ji bo nasandina dijmin ne hewceye meriv xwe biwestîne. Bi tank, top, leşker û pûlisên xwe li ber çavê me ne, kurdê wan nas neke, bibêje na, ev ne dijmin e, dost e tuneye.

Lê hin kurd jî hene li ser navê kurdayetiyê, li ser navê xebata ji bo kurd û Kurdistanê bi qasî dijmin zirarê didin kurdan.

Lê belê ya xerab tu nikanî vê rastiyê bi her kesî bidî qebûlkirin. Gava tu vê yekê dibêjî, tu dibî yê neheq û xerab.

Îro li Kurdistanê yên pişta kurdan şikandine ji dijmin bêtir ev kes in, ev hêz in. Roja îro em çawa nikanin bi dijminê xwe yê dagirker, em nikanin bi van partî û kurdên ji dijmin bêtir zirarê didin kurdan.

Ev serok û partî bi siyasetên xwe yên malwêran, bi bêtifaqî û şerên nabêna xwe bûne bêhêvîtiya kurdan. Ji dêlî wek bira destên xwe bidin hev û ji bo serxwebûnê bixebitin, hinekan pişta xwe sipartine Tirkiyê û hinekan jî pişta xwe sipartine Îranê û neyartiya hev dikin.

Li başûrê Kurdistanê ji bo miletê kurd sitarek çê bûbû, lê nahêlin, ji alîkî da dijmin, ji alîkî da hin kes bi navê kurdayetiyê êrîşî vê sitara kurdan dikin, dixwazin xera bikin.

Em zanin bi van partî û bi van serokan em tu havlê nakin, em zanin ew kurdan ra tu dewletê ava nakin, lê em nikanin bi wan; mêrikan xurt in û dev ji kursî û berjewendiyên xwe yên şezsî û malbatî bernadin, dar qalind e destê me lê nayê hev...

XXX

 

Trump gotiye ewê pêşniyara qanûna cezakirina Tirkiyê îmze neke, red bike.

Bi baweriya min jî ewê îmze neke, Tirkiye ewê ji cezakirinê xelas bibe.

Lê Trump viya belaş nake, miheqeq ewê çend qurişan têxin bêrîka wî.

Û dema Joe Bîden hat jî ewê bazarekê bi wî ra jî bikin, bedelê bidin Bîden ewê bi qasî yê Trump ne hindik be, Trump xwe pir erzan difroşe. Bîden ewê fatûreyeke giran derxe, lê ewê bidin.

Bi baweriya min dewleta, serokê meriv nikanibe bikire tuneye, Erdogan di bertîlkirinê da comerd be kes Tirkiyê ceza nake, kes tu ambargo-mambargoyê danîne ser Tirkiyê. Tiştê pere nekire tuneye.

Tiştê min ji vê dinyê fêm kiriye ev e...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE