Ev demeke malpera me, NETKURDÊ li dijî asîmîlasyonê û
helandina kurdan ez kanim bibêjim kampanyak di cî da dayedestpêkirin, dixwaze
her kurdekî bîrewer û welatparêz li hember vê tofana mezin dengê xwe bilind
bike û hin gavên radîkal bavêje. Bi baweriya min ev kampanye pêwîst e û divê
bi xurtî bê domandin. Ji salên 1980ê û virda li ser vê meselê min gelek nivîs nivîsîne. Ez dixwazim
vê heftê ji wan nivîsên xwe yekê, ku min di sala 1993an da di Armancê da
weşandibû bi kurtayî hin beşan biweşînim.
Ji ber ku gazî û hawara min ya 12 sal berê û ya Netkurdê ya îro sedî sed wek
hev in.
Berî nuha bi 12 salan min wiha gazî li serok û rêxistinên kurdan kiribû:
”Heta nuha min gelek caran bala serok û rêberên kurdan
kişandiye ser tahlûka asîmîlasyonê. Lê çi heyf ku gazî û hawara min, ew ji
xewa wan ya giran şiyar nekir. Li gor gelek kesan min mesele pir dramatîze dikir. Lê rastî ew e ku rewş her
ku diçe xerabtir dibe, nifşên nuh radibin hema hema ji bin da bi kurdî
nizanin.
Bere bere zimanê malê û zimanê rojane jî dibe tirkî. Di rewşek wiha da divê
her kes ji tenga xwe da vê minaqeşê bîne rojevê û ji peyvê wêdetir, di
praktîkê da tiştekî bike.
Gava meriv bibêje hebûna kurdên Kurdistana Bakur ji gelek aliyan ve di
tahlûkê da ye ez bawer dikim ewê ne mubalexe be. Ji van tahlûkan yek jî
tahlûka asîmîlebûnê ye.
Bi dîtina min di tarîxê da kurd wek milet tu carî wek îro rû bi rûyî
tehdîdeke hewqasî mezin nebûne. Li hember vê tehdîta asîmîlasyonê wek ferd
divê em tiştekî bikin, wek dezgeh divê em hin tedbîrên ciddî bigrin.
Wek tê zanîn ziman ne tenê wasiteyeke axaftin û dan û stendinê ye, her wisa
ew wasiteyeke yekîtiya şikilgirtina rûhî ya însan û miletekî ye jî. Wexta di
nav miletekî da yekîtiya zimên tunebe, ew milet di gelek warên din da jî ji hev
dûr dikeve, dibe xerîbê hev û heta wek ”netewe” berdewamiya hebûna wî jî
dikeve xeterê. Heta ez dikanim bibêjim ku bi umûmîyet wenda dibe.
Hinek dikanin di warê teoriyê da rabin li dij vê dîtinê derkevin û hin
numûneyên eksê wê nîşan bidin, bibêjin ”gava miletek zimanê xwe wenda bike ev
nayê wê maneyê ku wek milet ew jî dihele, namîne…
Tiştê ez dibêjim dibe ku li hin teoriyên îro hene neyê û li dinyayê jî hin
nimûneyên eksê vê dîtina min hebin.
Lê li gel vê jî ev nayê wê maneyê ku ev yek ji bo kurdan jî rast e, heger kurd
zimanê xwe wenda bikin jî wê wek milet kanibin hebûna xwe bidomînin.
Bi baweriya min ev ne mimkûn e.
Berî her tiştî rewşa me kurdan pir îstîsna ye, qet naşibe rewşa miletekî din.
Ne bi rengê xwe û ne jî bi dînê xwe, em ji wan miletên ku waletê me dagîr
kirin ne cihê ne.
Û di ser da jî em û wan di nav hev da ne, yanî di nava me û wan da parzemîn û
derya tunene.
Ev faktor hemû di lehê dijmin û di eleyhê me da ne. Ji ber vê yekê jî ewê ne
rast be gava em bibêjin, ”nizanim filan milet asîmîle bû, lê dîsa jî wenda
nebû.”
Bêguman li ruyê dinyayê dikane hin nimûne bên dîtin. Lê li alî din jî gava em
li der û dora xwe binêrin, hema di nava ereb û tirkan da em kanin gelek
nimûnan bibînin ku miletên asîmîle bûne, bûne tirk û ereb.
Bi dîtina min tiştê heta nuha em ji wendabûnê xelas kirne di esasê xwe da
ziman e. Çimkî yê em û tirk, ereb û faris ji hev gerandine tenê ziman û
kultura me ye.
Heger tirkan wek miletên din em jî asîmîle kiribûna, ne qonaxa tekoşînê û ne
jî daxwazên me yên netewî ewê wek îro fireh û xurt bûna. Emê jî wek gelek
miletên din nuha bûbana Tirk.
Erê heta nuha em nebûn, lê îro em dikanin bibin. Li Kurdistana Bakur kurd ketine xeteke wendabûnê. Heger ev qonaxa
asîmîlasyonê dirêj bajo û di nav van 20-30 salên pêş me da em mafekî netewî
bi dest nexin ewê rengê gelşê ji bin da were guherandin, ”tahlûka çêbûna
dewleteke kurd” wê ji tirkan ra nemîne. Piraniya me ji xwe ber ewê bibe tirk. Li hember vê felaketa mezin divê em tiştekî bikin, tedbîrekê bigrin.
Tu îdîal bêyî fedekarî û organîzasyon bi rast nagere. Ji bo bicîhanîna
îdîalek wiha mezin yanî avakirina dewletê bêguman rêxistin û xebateke mezin
lazim e. Partî û dezgehên îro hene hemû, di praktîkê da nîşan dane ku ew li
dijî asîmîlsyonê siyaseteke rast, sayaseteke ku kanibbe rê li ber vê felaketa
mezin bigire nameşînin û ji bo pêşerojê jî tu program û dîtineke wan tuneye.
Loma jî meriv nikane avêtina gaveke ciddî ji wan bipê. Bira avêtina gaveke
ciddî li wir bimîne, ew kes û grûbên ku dewletê hîn xwe negîhandiye wan û ew
asîmîle nekirine, bi gelek riyan û wasiteyan em wan asîmîle dikin.
Wek nimûne, nuha li Kurdistanê hêzên kurdan gelek kovar û rojnaman derdixin.
Bêyî yekê yan jî duduyan (Welat û Nûbihar) giş bi tirkî ne. Yên bi kurdî
derdikevin jî him ji alî şikil û him jî ji alî naverokê û nivskarên xwe ve
pir zeîf in, ne mimkûn e ku kanibin bi yên tirkî ra têkevin reqabetê.
Û yên bi tirkî derdikevin jî her yek nîvrûpel ya jî rûpelekê, ew jî bi piranî
bi tiştên pir basît, bi çend rêzên folklorîk û bi zimanekî tewşo mewşo cî
didin kurdî. Û ji bo fêmkirina kurdiya wan jî divê tirkiya meriv xurt be. Ev jî dibe sebê ku milet bi kurdî nexwîne.
Di netîcê da him dewlet û him jî hêz, partî û rêxistinên me bi gelek riyan
milet asîmîle dikin.
Divê ev siyaset bê guhertin, ev qonax bê rawestandin. Ji bo vî karî divê
tevgereke nuh, bi daxwaz û prensîbên radîkal derkeve hember gel û li hember
asîmîlasyonê hin gavên girîng bi lez û bez bavîje.
Wezîfa vê tevgerê divê bes xebata li dijî asîmîlasyonê be. Ji bo prensîbên
serêhildana tevgereke wiha pêşniyarên min ev in:
-Divê hemû civîn, dan û stendinên bi endaman ra(çi bi devkî, çi jî bi nivîskî
be) giş bi kurdî bin.
-Hemû edebiyata nivîskî, yanî kovar, rojname, kitêb, belavok, program û hwd.
divê giş bi kurdî bin, bi tirkî tunebin.
-Divê zimanê civîn û sohbetan tu carî ne bi tirkî be. Çimkî gelek caran ji bo
xatirê yek kesî zimanê civînê dibe Tirkî.
-Ew kesên ku nizanin bi kurdî bipeyivin(bi kîjan zaravayî dibe bila bibe),
binivîsin û bixwînin, çuqasî ”zane” dibin bila bibin, divê nikanibin bibin serok
û berpirsiyarên rêxistinên kurdan. -Ew kesê ku bi kurdî nizanibe ya jî nexwaze fêr bibe, ya jî zane û napeyive,
çi jin çi jî mêr, divê pê ra neyê zewicandin.
Çimkî dema meriv bi xwe, bi
malî û zarokên xwe ra bi kurdî nepeyive meriv nikane ji xelkê axaftina kurdî bixwaze.
-Ew rojname û kovarên ku tenê bi tirkî ya jî bi Tirkî û kurdî
derdikevin(bêguman nuha malper jî li van zêde bûne) divê neyên kirîn û ji wan
ra neyê nivîsîn.
Heger em naxwazin wek milet bihelin û bibin tirk, divê li hember asîmîlasyonê
em bi hev ra serî hildin. Bi baweriya min îro şoreşgerî û welatperweriya herî
mezin ev e.”
1993/11
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar