14 december 2020

Îro dîsa bûm nanpêj

 



Xanimê nanpêjî dewrî min kiriye, çimkî ew bi qasî min nikane nan xweş lêxe. Nanê ez lê dixim wek qurabîye tê xwarin, meriv kane tisî bixwe. Ez ardê cûr be cûr tev hev dikim. Ji xwe ra somunê reş, ji xanimê û zarokan ra jî kuloran lêdixim.

Ez li gorî tarîfan û reçeteyan diherim, xanim ji tarîf-marîfan hez nake. Wek li welêt, avê bera ser ard dide û hema hevîrê xwe dike û temam.


Ez wer nakim, ez tim li gorî tarîfekê û reçeteyekê diçim, gelek tiştan tevî nan dikin.

Lema jî nanê min gelkî bi tahm û lezet e, bi biharat e, wek kulînçaye.

 

Pisika Payizê: Destxweş mamoste weke kulîçeyan xuya dikin belî ye tehma wan jî xweş e :) Nosîcan be ji we re

Zinarê Xamo: Qet qal meke, çiqasî pesnê xwe bidim jî hindik e.

Sosin: Destê te sax be mamoste wule xweş xuya dikin noşîcan û sihet be ji we re.

Zinarê Xamo: Bi navê Îlahê xanima ji xwe kêf kiriye. Carnan ez jê ra dibêjim îcar dora te ye, dibêji wele min ji bîr kiriye, nanpêjî êdî karê te ye... Hûn jî peyên xwe fêrî nanpêjiyê, xwarinçêkirinê bikin...

 

DaraTuyê: Ev peyva "peya" min zûda nebistibu Xalê Zinar ;))) Hem hetim peyane cara nebûn sûwar ;))

 

Zinarê Xamo: Erê, para rastiyê tê heye.

Peya, li ba me him di maneya kesê ne suyar, peyatî dimeşe da tê bikaranîn û him jî di maneya mêr, zilam da tê bikaranîn. Pîreka malê bi desqet e, lê peyê/peyayê malê bêkêr e, ne jêhatîye.

Dara Tuyê: Eynî wekî gotina teye Xalê Zinar. Ka peyayê giranê berê?!!!

Sîpan Silwaneyî: Mamosta cara dayika min li gûnd çar cûrên nan her roj li tendûrê dipatin, bi genimê rûtikê sor, lavşe, destenan , girde û kade helbet kade bi cûrên taybet dihatin çêkirin, mîna kadeyên dêvika(petata) kadeyên mirtûxê(ar û ron) û rûyê wana jî bi hêka dihat xemilandin!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE