15 december 2020

Sûcê diz...

 Xoce Nesredîn sibakê rabû, bala xwe dayê ku kerê wî tuneye. Virda çû, wêda çû ker nedî. Xeber li nava gund zû belav bû, gundî li mala Xoce kom bûn. Destpê kirin her yekî tişek got. Yekî got:

-Xoce, qey te derî baş negirtibûye...

-Bala xwe bidê, pace jî baş ne mezbût e...

-Dibê te bi şev çend caran saxtî bikira.

-Dibê guhê te tim li derî bûya.

Xoce bala xwe dayê dawiya şîretan nayê, giş bi ser wî da dikin.

Xoce got:

Gelî cîranan, erê ez gazinên we fêhm dikim, em bibêjin xemsarîya min jî heye. Lê hema yê diz! Ma qet sûcê diz jî tuneye, giş sûcê min e ?

 

Wext

Li Stockholmê, li îstesyona trênê serxweşekî perçak kaxeta qerçimî wek bilêtê rê jinika bilêtfiroş da û xwest derbas be, here li trênê suwarê. Jinikê xwest bilêtê baştir bibîne. Serxweş guh nedayê, meşiya. Jinikê ban kirê, got:

- Bilêta xwe nîşan bide, min baş nedî.

Serxweş ji bêrîka xwe ya dawî bilêteke peritî derxist, da jinikê. Jinikê li bilêtê mêze kir, got

- Ev bilêt ya mehek berê ye.

Serxweş serê xwe hejand, got:

- Rast e, wext pirr zû derbas dibe.

 

Sê çar maşe...

Hemo yekî zêde serpîrekek(kilibik) bûye. Êvarekê ew xanima xwe pevdiçinin, jinik çend maşên baş li qorikê dixe.

Hemoyê feqîr yekê nake dudu, bazdide qahwexanê. Li derve dinya sar û baran bûye. Li qahwexanê, hevalekî wî jê ra dibêje:

- Ez dibêjim hewa îro pirr sert bû, ne were?

Hemo hewayê Hewê fahm dike, ji ber ku navê jina wî Hewê bûye, dibêje:

- Hema sert be wê çibe, here were sê çar maşe li qorika min xistin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE