15 december 2020

Bira dilê we rehet bibe

Nêçîrvanekî ji hevalên xwe ra qala serpêhatiyeke xwe dikir, go carê li çolê ez rastî hirçekê hatim û min bazda, ez hilkişiyam ser darekê, bi vî hawî min ruhê xwe xelas kir.

Yekî got:

-Ma qey hirç nikane hilkişe ser darê…

Got:

- Min xwe avêt koncalekê/kortekê, bi vî hawî min xwe xelas kir...

Yekî din got:

-Ê qey hirç nikane xwe bavêje koncêl…

Feqîro çi got, hevalên wî jê bawer nekirin, tim tiştekî li dij gotin. Dawiya dawî mêrik bi hêrs got:

-Heyra hirçê ez xwarim, nuha dilê we rehet bû !

 

Du paşa

Du kes bi rê da rastî hev hatin, navê herduyan jî Paşa bû. Ji Paşan yek, zimanê wî hinekî giran bû. Paşayê din ji yê kekez(lalûte) pirsî:

-Navê te bi xêr ?

-Navê min P-p-p-Paşa ye. Le navê te çi ye.

-Wele navê min jî Paşa ye, lê bi qasî yê te ne dirêj e.

 

Nigê xwe navîtiye derve

Pîrê nuh ji umrê vegeriya bû. Birin nexweşxanê, muaneye kirin. Rewşa wê baş bû. Tuxtor jê ra got:

-Xaltî, here melê, dibê tu du hefteyan ji hundur dernekevî, di karantînayê da bî. Ji nexweşxanê ewê her roj telefonî te bikin û li halê te bipirsin.

Roja din, ji nexweşxanê telefonî pîrê kirin:

-Xaltî, ez ji nexweşxanê telefon dikim. Min xwest bizanibim hela tu ji mal derketîye ya na. Ma tu ji mal derneketiye ne wisa?

-Na lawê min, derketina çi, halê çi. Îro mewlûda me heye, hundur tije mîvan in. Bi serê te min hîn fersend nedîye nigê xwe bavêjim derve…

 

Golik

Golika yekî gundî wenda bûbû. Dest bi dua kir, got:

-Ya Rebî, heger ez golika xwe bibînim, ezê sê rojan rojîyê bigrim!

Piştî demekê golika xwe dît û qewlê xwe anî cî, sê roj rojîya xwe girt.

Çend roj di ser ra derbas bûn golik mir. Di ber xwe da got:

-Nuha tu dibêjî min ew xapand. Te bê wê derê gotiye, weleh ezê golika ji qurbanê û rojîya xwe jî ji Remezanê bihesibînim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE