15 december 2020

Van partîyan kurd perîşan kirin

Li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê rewşa gelê me û partiyên siyasî pir xerab û bêhevî xuya dike, xeberên her roj meriv dibihîze meriv qudûmşikestî dike.

Li hersê beşan jî partiyên mezin malik li kurdan wêran kirine. Hêvî dikim mûcîzeyek çê bibe, milet perîşantir ne.

Bi baweriya min di vî halê me yê kambax da sûcê pariyan gişan heye. PKK, PDK, YNK, PYD, ENKS giş sûcdar in, sûcê gişan ne bi qasî hev be jî, lê giş mesûlên vî halê me yê xerab in. PKK nikane bi dijmin bela xwe di kurdan dide. Ev yek rewş xerabtir dike.

Tiştê hatiye serê kurdan giş ji ruyê van partiyan e, çimkî ew desthilat in û ew li hev nakin, şerê hev dikin.

Heger li hev nekin tirk ewê başûr jî bikin Efrîn. Her dera PKK lê hebe tirk ewê êrîş bikinê. Gava êrîş dikin, dikujin jî kes dengê xwe nake, di şerê li hemberî PKKê da her kes ji wan ra dibêje destê we ji we ra, hûn serbest in.

Di şerê qendekan da 12 bajar wêran kirin, Efrîn û Serê Kaniyê dagir kirin dinyayê dengê xwe nekir.

Heger li başûr jî bi eynî hincetê, eymî tiştî bikin dîsa kesê dengê xw eneke. Û em jî nikanin bi wan. Lema jî PKK çiqasî xwe ji başûrê Kurdistanê dûrxe hewqasî baş e.

Bersîva hin rexneyan:

Ez ne li dijî tu partîyekê me, PKK, YPG, PDK, YNK ya jî partiyeke din, kîjan partî dibe bira bibe, gava bi dewleteke dagirker ra têkeve şer, ez hevalê wê partiyê me. Ev şêla min a siyasî ye.

Lê îro bi zor em nikanin bi tirkan, piştgiriya PDKê têrê nake.

Şerê xendekan, Efrîn û Serê Kaniyê îspata vê ye.
Heger Hewlêr îro têkeve destê PKKê, tirk ewê sibe êrîşî wir bikin, wira jî bikin Efrîn û Serê Kaniyê. Çavê wan me dibirre, zora wan li me tê, lema jî ewê her barbariyê bikin.

Hêza me jî têrê nake em zora wan bibin. Û dema PKK be dinya jî dengê xwe nake. Di şerê xendekan da 12 bajarên me xera kirin, hezar keç û xortên me li ber çavê dinyayê kuştin kesî dengê xwe nekir û me jî nikanîbû zarokên xwe, bajarên xwe biparêzin.

Lema jî dibê PKK vê rastiyê bibîne û li gorî wê tev bigere. Şerê li zirara meriv, şerê meriv zane merivê wenda bike meriv nakevê.
Ez viya dibêjim.
Her tiştê zirarê bide miletê kurd ez li dij im.
Hinek gazanin ji min dikin, dibêjin tu çawa kanî van tiştan bibêjî, mej i re ev yek nedipa, hin partî bi heq, hin neheq in.
Bi qasî ku ez dibînim halê me ne tu hal e û sebebê vê jî partiyên me ne. Heger patiyan gişan berjewendiyên netewî di ser yên xwe ra bigirtana û bi tifaq bûna, rewşa me nuha baştir bû. 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE