16 december 2020

Temiya A. Ocalan

1/5-2005
Netkurd

Beyan û gotinên A. Ocalan berê ji alî bîrûraya giştî va pir hindik “ciddî “ dihat girtin û yekcaran jî li ser dihat rawestandin. Lê gotin û beyanên wî êdî hewqas dubare, vala û bêmane bûne ku êdî kes ne cidîyetekê didê û ne jî hêja dibîne ku li ser raweste û şirove bike. 

Yanî bi kurtayî bêyî hin mirîdên wî, kurd bi piranî êdî qet guh nadin gotin û beyanên Ocalan.

Li gel vê bawerî û şêla raya giştî jî ez dixwazim li ser beyana A. Ocalan ya vê dawiyê(30/4,Ozgur Politika) çend gotinan bibêjim.


A.Ocalan di hevdîtina bi abûqatên xwe ra ya di 29ê nîsanê da dîsa ji qal bû bela dipeyive, ji Hegel, Marx û bi Lenîn bigre, heta bi Wallerstein, Bookchim qala kêmasî û şaşiyên gelek kesan dike, dibêje hemû jî pir hindik şaş bûne, ew tenê zanayekî pir mikemel e û tenê analîz û tespîtên wî rast in.

Heger hevalên wî, kurd hemû, dewleta tirk û heta dinyayê jî fikir û pêşniyarên wî tetbîq bikirana wê demê ewê tu derd belayekî kurdan û dinyayê nema.

Lê ji bextê xerab ra ne hevalên wî, ne kurdan û ne jî dewleta tirk dikin nakin, nikanin vî zana û alimên mezin fêm bikin. Di vê axaftina xwe ya dawî da gotiye, tenê CIA ji wî fêm dike û dizane ew çi dibêje û dîtinên wî li gor menfeetên xwe tetbîq dike.

Li gor wî ew û Bush ketine gewriya hev, hîn ne diyar e ewê kî qezenc bike.
Xwedê hefsa meriv ji bêtarên giran bike!

Ez nizanim çima rojekê feqîrên hevalên wî newêrin bibêjin heyran, heta nuha te çi got, me wek te kir.
Te got şer nekin, me wek te kir.
Te got here telîm bibin, em çûn teslîm bûn.
Te got navê xwe biguherînin, me heta nuha  sê çar caran navê xwe guhert.
Te got ji nuh ve da dîsa navên xwe bikin PKK, me got ser seran, ser çavan, me rabû ew jî kir.
Te got Kemalîzm baş e, divê hûn bibin Kemalîst, me ew jî qebûl kir û piştî hewqas xwîn û malwêranî em rabûn bûn Ataturkçî.
Yanî te got çi me emrê te anî cî. Lê tim jî em ji te fêm nakin. De em nizanin emê çawa ji te fêm bikin?

Lê ez bawer nakim kes biwêribe vê pirsê bike.

Lê tiştê esas min dixwest li ser rawestiyama ne ev bû, êrîş û gotinên A. Ocalan yên li hember tevgera kurd ya netewî ye.

 A. Ocalan wek her tim dîsa berê xwe daye kurdên Başûr û  tîrên xwe yên herî tûj dîsa avêtiye ji tevgera kurd ya netewî û siyasî da. Ji bo ku tevgera kurd ya netevî xurt nebe û ji bin nîrê tirkan rizgar nebe ew wiha dibêje:

-Neteweperestî ketina xeta xwar e. Ji bo ku ez rê li ber neteweperestiya kurdî bigrim min gelek tedbîrên mezin girtin. Ezê nehêlim tevgera kurd ne berbî neteweperstiyê here û ne jî berbî dewletbûnê. Min di parastina xwe da jî ev yek diyar kiribû. Ya herî dawî jî, min bi Konfederalîzma Demokratîk tedbîrên vê yekê pêş ve birin.

Ev gotinên A. Ocalan gelkî vekirî û ne hewceyî şirovekirinên kûr û dûr in. Mêrik eşkere dibêje ku ezê nehîlim hestên kurdan yên netewî xurt bibin û ji bo ku rê li ber şiyarbûna kurdan ya netewî bigre û nehêle kurd bibin xwedî dewlet jî wî gelek tedbîr giritine. Û tedbîra wî ya herî dawî jî ”konfederalîzma demokratîk” e.

Yanî tirk bi artêşa xwe, ew jî bi proja xwe ya ”konfederalîzma demokratêk” ewê nehêlin kurd rizgar bibin û ji bin destên tirkan derkevin, bibin xwedî dewlet.

Ocalan bi van tedbîrên xwe jî nayê serî û li ser girêdana xwe ya bi dewlet û ala tirkan ra jî wiha dibêje:
 -Denîz Baykal(serokê CHPê ye, merivekî nîjadperest e û dijminê kurdan e) buhtanan li min dike, ez dewletê ava nakim. Hûn bi zorê jî dewletê bidin min ez qebûl nakim, ezê li dij derkevim. Ez demokrasiyê ava dikim. Al ya min e, ne ya dewletê ye. Li ser gorra min sê al dikanin li kêlek hev bin: Ala Yekîtiya Ewrûpayê, ala unîter(yanî ala tirkiyê. ZX) û ya din jî ala Konfederalîzma Demokratîk ku ew jî demokrasiyê sembolîze dike.

Wek xuya dike mêrik girêdan û hezkirina xwe ya li hember ala tirkan ne tenê bi nuha ve sînor dike, dibêje dema ez mirim jî bira ew li ser gorra min were daçikandin. Ji bo kanibe di gorra xwe da rehet razê.

Hevalên wî dikanin vê daxwaza Ocalan ji nuha da wek wesiyeta wî qebûl bikin û dema mir, bi rastî jî ala tirkan ku gelkî di xwîna kurdan geriyaye, li ser gorra wî daçikînin. Bala xwe bidinê, mêrik  ala kurdan ne nuha bilind dike û ne jî dixwaze li ser gorra wî were daçikandin.

Diyar e wek tirkekî ew ji ala kurdan nefret dike. Ku ne wiha be ewê ala kurdan jî li ser gorra xwe bida daçikandin.

Lê esas ne hewcî vê temî û wesîyetêye, wek merivekî siyasî ew ji nuha da miriye, lê haya wî ji wî tuneye.

Ya din jî  bi vê temî û wesiyeta xwe ya ku divê ala tirkan li ser gorra wî were daçikandin, ew dizane ew çi dibêje û mesajê dişîne kîjan bûyera dîrokî.

Wek tê zanîn piştî şikandina Serîhildana Agiriyê rojnameye Cumhûrrîyetê bi karîkatorekî  Kurdistan li ser çiyayê Agirî xistibû gorrekê û ala tirkan jî li kêlekê daçikandibûn û li ser jî nivîsîbûn , gotibûn ”Kurdistan li vir metfûn e, yanî gorrkirî” ye. A Ocalan jî bi temiya xwe ji kurdan ra dibêje,

”Kurdistanê ji bîr bikin,  min ew bi xwe ra xistiya gorrê û ala tirkan jî li ser daye daçikandin”
Meriv ji xwe ra matmayî dimîne, mêrik bê tirs û bê perwa dipeyive, bi van beyanên xwe riya bindestiya ebedî dide ber kurdan, lê hin kes hîn jî hin hêviyan jê dikin û li bendene ku Ocalan ji wan ra mûcîzeyekê bixuliqîne.

Însan mexlûqekî pir ecêb e! Yekcarnan meriv tiştekî jê fêm nake.

Hin tişt, hin bûyer hene dema meriv dibîne ya jî dibihîze meriv pê dikene, ev têr dike. Lê hin tiştên wiha jî hene ku ken jî têr nake, meriv nizane çi bike?

Oclan di destê dewleta tirk da êsîr e û dilê wan çi bixwaze wiya pê dikin û didin kirin.

Dema naxwazin abûqat û malbata wî herin serdana wî, bi heftan nahêlin, bi rojan  wan dibin û tînin û têr henekên xwe bi wan dikin.

Dema ji birayê xwe ra bêhemdî bi kurdî dibêje, ”çi heye, çi tuneye?”, leşker tavilê jê ra dibêje, ”hop hop, kurdî qedexe ye” û dikane nehêle bi kurdî  bipeyive.

Û ew jî bêyî ku li dij derkeve, emrê nobetdarê xwe tîne cî û axaftina xwe diqulibîne tirkî.
Lê li gel vê perîşaniya xwe jî Ocalan wek ku ew serokê Emerîkayê be û artêşa Emerîka jî di bin emrê wî da be, dikane ji kurdên Başûr û Celal Talabanî ra  bibêje:

-Ji ber ku hebûna wan girêdayî min e, heger ne ji ber berxwedan û hebûna min ya li vir be ew nikanin rojekê jî li wir bijîn.

Dema meriv hin derewan dibihîze meriv digihîje wê baweriyê ku bi rastî jî derew ilm û sinetek e, ne karê her kesî ye, jê ra ne tenê zanîn,  her wisa cesaret jî lazim e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE