16 december 2020

Berpirsiyarên vê rewşa Kurdistana Federe ya xerab partiyên desthilatdar in

Arif Zêrevan gotiye hebûna Kurdistana Federal di bin xetereke mezin da ye, Îran, Îraq û Tirkiye dixwazin bi hin prowakasyonan Kurdistana Federe hilweşînin, ” bostek tenê jî ji axa Kurdistanê di bin hikimdariya kurdan de nemîne.”

Li gorî Arif Zêrevan dinivîse, di vê planê da wezîfeyek dane PKKê jî. Ev, dîtin û îdîayên Arif Zêrevan in.

Lê bi baweriya min jî tiştê Arif Zêrevan gotiye ne îdîayeke bêbingeh e, heger ji destê Îraqê, Îranê û Tirkiyê were ewê vê plana Arif Zêrevan qal kiriye têxin praktîkê. Di vir da miheqeq ewê destikên wan ên hundur jî hebin.

Pirsekê dibê meriv ji xwe bike: piştî 30 sal desthilatî, hukimdariyeke wek dewleteke serbixwe, çawa bû û çima Kurdistan ket vî halî?

15-20 sal berê ne pilaneke wiha hebû û ne jî îhtîmala xetereke wiha. Çima û kê Kurdistan xist vî halî?

Musebîbê vê rewşê kî ne?

Bi baweriya min yên Kurdistan xistin vê rewşa xeter kes û partiyên heta nuha li ser hukim bûne, Kurdistan îdare kirine.

Sûcdar ew in. Wan dewleteke serbixwe, welatekî azad birin batkirinê, Kurdistana azad bi destê xwe anîn ber nuxteya têkbirinê.

Çawa ku em hukûmeta AKPê ji rewşa Titkiyê û meleyên faşîst jî ji ya Îranê berpirsîyar dibînin, her wisa berpirsiyarên vê rewşa Kurdistana başûr jî partiyên heta nuha li hukim in, wan kurd xistine vê rewşa perîşan û malwêran.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE