16 december 2020

Dua ji bo elektirîkê !

 


Şêniyên 30 taxên Surûca qeza Rihayê derketin dua elektirîkê, ji Xwedayê xwe ra dua kirin, gotin ya Rebî tu elektirîkê bidî me, ya Rebî tu me ji zulmê xelas bikî!

Li Surûcê rojê 12 saet elektirîk tuneye. Milet perîşan bûye. Ji şêniyên taxê yekî gotiye:

-Ev ne dua baranê ye, ev dua elektirîkê ye. Ji bo çareserîya vê gelşê em çûn ku derê, ji me ra gotin, ancax Xwedê kane bi DEDAŞê(şîrketa elektirîkê).
Ji bo wê jî em nuha li ber Xwedê digerin. Ya rebî elektirîkê bide me ! Ya rebî dawîyê li vê zulmê bîne!

Li ber Çemê Ferêt milet di tariyê da ye. Dewleta dagirker ji zulmdariyê kêfê digre, gava kurdan di tariyê da dihêlin bextewar dibin. Dema meriv ne xwediyê welatê xwe, bindest be, halê meriv ewê tim wiha perîşam be.

 

XXX

Dibê meriv ji diristbûnê, ji rastgoyiyê netirse. Herî zêde ewê merivên durû, merivên ne dirist, merivên sextekar û rîyakar hevaltiya meriv nekin, ji meriv dûr kevin. Ev jî baş e, meriv nebe hevalê kesên durû, ne dirist baş e, ji meriv ra kar e.

Serê merivê dirist tim bilind e.

 

XXX


Tirk merivên pir cahil, pir nezan û sivik in. Dewleta wan ya pînc, ya irqçî û façîst dewleteke pir bêrû ye, qet li ber xwe nakeve, ji bo înkara kurdan her derewê, her qeşmeriyê mubah dibîne.
Di van herdu kitêban da kurd û êrmenî kirine tirk, gotiye kurd û êrmenî du eşîrên tirk in.
Van kitêban bi tirkan wek tarîxê didin xwendin. Kesê bi van kitêban mezin bibin ewê bibin tirkên îro...

Ji bo ku xwe biçûk dibînin lema jî dixwazin miletên xwedî esalet, xwedî kultur medenîyet bikin merivên xwe.

 




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE