16 december 2020

Ez ditirsim rojakê nifirên xanima min qebûl bibin û dinya bi rastî jî serobinî hev bibe

Bîstik berê min ji xanimê ra qala hin zulma tirkan, hin bûyerên van rojên dawî kir. Wek her tim dîsa hêrs bû, bû wek xuya tu bavêjî ji nava êgir da...

Gava ez dixwazim dilê xwe li Erdogan û li tirkan rehet bikim, ez ji xanima xwe ra li ser tirkan qala çend xeberên ne xweş dikim.

Di cî da har dibe, wek mozên sor diazire û çi tê ber dev dibêje, çiqas nifirên tên bîrê gişan yek bi yek, li dû hev rêz dike. Dibêje:


-Înşela ev dinya xera bibe ! Hêvîya min ji Xwedê kevir li ser kevir nemîne…

Piştî ew nifirên xwe bi ser dixe, ez bi nermikayî dibêjim, ma li vê dinyayê tirk tenê najîn, gava dinya xera bibe, her kesê, emê jî bimrin…

Dibêje, ji xwe em mirine, dinya ji min ra nebe, dinya ez tê da rehet nejîm, bira wêran bibe, bira em jî tevê herin…

Ez ditirsim rojekê Xwedê teala bêhemdî van nifir û duayên wê qebûl bike û bi rastî jî bi zelzeleyekê dinyayê serobinî hev bike…

Heger rojekê felaketeke mezin were serê dinyayê û însanan, bizanibin para dua û nifirên xanima min jî tê da heye.
  
Ji ber ruyê Erdogan û tirkan ê qebîh, bi nifirên xwe dike dinyayê serobinî hev bike, dawiyê li vê dinya ronak û xweşik bîne…

Lê min di serî d ajî got, yê pîj dike ez im, ez diazirînim. Dema têr xeberan dide, nifiran dike, ez jî hinekî rehet dikim. Yanî ya dilê xwe bi wê didim gotin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE