11 december 2020

Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî Tirkiyê ala sipî hilda !


Min gotibû ji van newêrek û qûnalêsên tirkan tu mêranî sadir nabe, ewê dîsa xwe bavêjin dexlê Erdogan û gunê miz bidin. Texmîna min rast derket, Merkelê gotiye: 

”Ji bo civîna me ya meha adarê, li ser Tirkiyê me biryara hazirkirina raporekê daye.”

Serokkomarê Fransayê Macron gotiye:

”Yekîtiya Ewrûpayê bi Tirkiyê ra derîyê dîyalogê vekirî dihêle.”
Serokê Konseya YE Mîchel jî gotiye:

”Ji bo micadela li dijî kooçberiyê em amadene bi Tirkiyê ra hevkariya xwe zêde bikin.”


Ji van beyanên serokên Yekîtiya Ewrûpayê jî xuya dibe li dijî Tirkiyê tu biryareke Erdogan aciz bike negirtina û ji xwe bavê wan jî ne zêde bigrin. Ji bo ku tirk gur, kûçik, çete û terorîstên xwe berra wan nedin, wan rehet bihêlin ewê hinek rişweta din bidin Erdogan.
Yanî ewê meblaxê rişwet û bertîlê zêde bikin.
Bêyî bertîlkirina Erdogan tiştekî  Yekîtiya Ewrûpayê bike tuneye.
Ewrûpî ne ew mêr û kesên biwêribin li hemberî Erdogan rabin û wî aciz bikin. Ji bo ku Erdogan viya baş zane, lema li hemberî wan hewqasî bêperwa ye, gişan dixe qûna kûçik û derdixe, heqaretên mezin li wan dike û xûgiya xwe dîsa jî bi dûzan digire.
Diyar e serokên Yekîtiya Ewrûpayê ewê li bende Joe Bîden bin, heger Amerîka tiştekî bike û îşaretê bide wan, ewê jî belkî hin gavan bavêjin. Lê ev jî îhtîmaleke pir zeîf e. Lê mimkûn e Amerîka Tirkiyê ceza bike.

XXX


Ez li bende biryara Yekîtiya Ewrûpa ya li ser Tirkiyê me, xwedêgiravî îro di heqê Tirkiyê da ewê qerarekê bidin.

Min berê jî got, ez bawer nakim li dijî Tirkiyê tu biryareke cidî bigrin, tu jahrê belav bikin. Erdogan çend welat kirî ne. Yekîtiya Ewrûpayê nikane li dijî Tirkiyê biryareke negatîf bigre.

Bi îhtîmaleke mezin ewê dîsa bibêjin, em şansekî din didin Tirkiyê, dibê Tirkiye wiha, wiha bike, heger neke wê demê emê Tirkiyê ceza bikin.

Hêvî dikim texmîna min şaş be.

XXX


Di zindanên Tirkiyê da 780 zarokên umrê wan di nabêna 0-6 salî da bi dayikên xwe ra girtî ne.

Ji vê dewleta faşîst, ji hemû xisletên mirovahiyê bêpar çi bibêje, çi xeberê bide hindik e.

Nîzama dinyayê nîzameke bêûjdan û pûlperest e, heger ne wiha bûya ewê hebûna rejîmeke wiha qebûl nekirana.

 

XXX


Îslamîstên tirk topa dewleta xwe ya virnî avêtin, bi parsê ketine, wek merivê bi koronayê ketibe, her welat hevza xwe ji wan dike, her kes ji Tirkiyê direve.

Çavên xwe bera Azerbêcanê dane, ewê Azerbêcanê jî mehû bikin. Bi ezaran çete û tirkên birçî ewê bi Azerbêcanê ve bibin qijnik, bibin qirnî û xwîna azerîyan baş mimijin.

Tirk têkevin ku derê çû ji wî welatî da, ewê Azerbêcanê jî bikin Tirkiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE