11 december 2020

Beza tajî û kevroşkê

 

Dibêjin rojekê mêrikê nêçîrvan wek hertim rabû tajiyê xwe da dû xwe û çû nêçîrê. Piştî hinek gerr, ji nişka ve kevroşkeke çîlsipî got xirp û ji ber rabû.

Bi bazdana kevroşkê ra nîçîrvan halan di tajîyê xwe hilda û ew bera ser pişta kevroşkê da.

Ha li vir, ha li wir, lê bêfeyde bû, tajî tew nikanîbû bi teqala kevroşkê jî keta.

Demeke dûr û dirêj hevûdu gerandin, lê bêfeyde bû, dawiya dawî bîn li tajî çikiya û dev ji kevroşkê berda. Destvala û serî di ber da vegeriya ba xwediyê xwe.

Li hember vê netîceyê nêçîrvan jî matmayî ma. Ji ber ku tajiyê wî, tajiyekî bi nav û deng û bêemsal bû. Çawa dibû ku ewê nikanîbûya kevroşkek bigirta?

Lêbelê ev beza kevroşkê ji tajî ra bû meraq, bû derd. Wê şevê xew neket çavên wî. Ji xwe ra digot:

-Çawa dibe, ez tajî bim û ezê nikanibim kevroşkeke bi qasî lepekî bigrim?

 Roja din, sere sibehê zû, tajî îcar bê xwediyê xwe, rabû bi tenê çû. Vir da geriya, wê da geriya, lê dawiya dawî ji nişka ve rastî kevroşkê hat.

Kevroşkê wek roja berê dîsa da çindikan, got xirp û baz da. Tajî jî da ser piştê.

Dîsa ha li vir, ha li wir, lê pir najot tajî ew girt. Bi meraqeke mezin tajî ji kevroşkê pirsî, got:

-Xwişka kevroşk, ez ji te gelkî mezintir û bezatir im, lê dîsa jî do min kir û nekir, min nikanîbû tu birgirta. Lê îro min tu gelkî zû girtî. Min meraq kir. Tu dikanî sebebê vê yekê ji min ra bibêjî.

Kevroşkê bi awirekî aqilmend û ji xwe bawer got:

-Birakê tajî sebeb pirr hêsaye. Ji ber ku do te ji bo xelkê û min jî ji bo xwe baz dida, lema jî te nikanîbû ez bigirtama. Lê îro te ji bo xwe baz dida, lema jî ez ji ber te xelas nebûm, te ez zû girtim.

Ez vê çîroka gelkî manîdar dîyarî wan kesan dikim ku ew ne ji bo xwe, lê ji bo “hinekên din”,

ne bi îradeya xwe ya azad, lê bi dîrektîf û daxwaze “hinekên din” xebatê dimeşînin û şer dikin.

Divê ew baş bizanibin, heta ku ew bi “emrên hinekên din” hereket bikin, ewê tu carî bi ser nekevin û negihîjin armanca xwe.

Dema def di hustiyê meriv da be divê qolik jî di dest meriv da be. Lê rastî berovacî vê ye. Xwdêgiravî def di hustuyê hinekan da ye, lê qolik di destê “serok” da ye. Û “serok” û qolik bi hev ra di destê dujmin da ne!

Loma jî dilê dujmin kîjan meqamî bixwaze wî meqamî lê dixe. Û gelê me yê fedekar jî ji nezanî li ber govendê digre…

Ji arşîva min:

19/9/2005
Netkurd


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE