10 december 2020

Meriv çawa kane bi vî navî bijî min fêm nekir !

Nuha ez rastî navekî pir ecêb hatim. Ez matmayî mam.

Navê serokê ÎHDê (Komeleya Mafên Mirovan) Ozturk Turkdogan e.

Li gorî dibêjin camêr e kurd e, lê nizanim ji ku ye. Ez gelkî lê geriyam lê min min tu agahiyek nedît. Tenê dibêjin xwedêgiravî "kurd" e. Heger rast be ecêbeke giran e.

Dilê bavê wî bi paşnavê ”Turkdogan” rehet nebûye, navê wî jî kiriye ”Ozturk!”.


Yanî "yê xalis-muxlis tirk û ji dayika xwe tirk bûye..." 

Wek kurdekî têgihiştî, bîrewer meriv çawa kane bi vî navî û paşnavî bijî bi rastî ez fêm nakim.

Xwedê meriv ji sosiret û bêtarên giran bisitirîne…

Qetranî: Slav Mamo ew mirov Qersê ye û ne Kurde , ez jî wek te ecêb dibînim.

Zinarê Xamo: Min di çend ciyan da xwend, digot kurd e. Baş e ku ne kurd e, kêfxweş bûm. Sipas ji bo agahiyê Îşev ezê rehettir rakevim...

Zinarê Xamo: Min nuha bîyografîya wî dît. 
Di bîyografîya wî da dibêje ji Qersê ye, lê bi eslê xwe ji Dêrsimê ye û kurd e. Xwezî ne kurd bûya, lê wa ye kurd e. Lê ew bi xwe jî xwe kurd dibîne ya nabîne ez nizanim.

 XXX

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, berî civîna Yekîtiya Ewrûpayê gotiye, ” Him wek Nato, him jî wek beşekî ji malbata Rojava, em mecbûr in girîngiya Tirkiyê qebûl bikin.”

Jens Stoltenberg, şelaf û qûnalêsekî tirka ye, tim wek abûqatekî tirkan dipeyive. Lê helbet belaş wiha nabêje, miheqeq hestîyek avêtine ji ber da.

 XXX

Xwediyê Tirkiyê Erdogan careke din gotiye ewê nehêle Demirtaş were berdan.

Erdogan gotiye Demirtaş "terorîst" e û ewê nehêle rê li ber wî vebe, yanî ewê nehêle Demirtaş ji zindanê derkeve.

Mêrik çi bibêje dike, çimkî ew her tişt e, ew çi emrî bide hakiman, hakim mecbûr in emrê wî bi cî bînin.

Ji xwe bi emrê Erdogan bi dehhezaran kurd êsîr girtine.

Welatekî wiha endamê NATOyê ye û berendamê Yekîtiya Ewrûpayê ye. Ev jî nîşan dide ewrûpî, dewletên endamên NATO durû û pir bêexlaq in, bêprensîb in. Dewleteke wiha qeşmer dibê nebe endamê NATOyê.

 

XXX

Asîmîlasyonê û bindestiya bi sed salan gelek kurd kirine ”mankurt”, yanî koleyên cahil, nezan, koleyên bûne neyarên qewmê xwe, koleyên bûne neyarên zimanê xwe, neyarên pêşiyên xwe.

Alimê çelilm û çelziman jî nikane mankurtekî ji mankurtiyê xelas bike.

Ya rast, dibê meriv bi mankurtan ra minaqaşe neke, xwe ji wan dûr xe.

2 kommentarer:

  1. Ma Ahmet Türk jî ne wisaye birez zinerexamo ew bı salane bı navê kurdan diaxive lê paşnavê wî Türk e ki xwe gemi rêvebir û PKK/HDP ülküci yanjî kemalistin

    SvaraRadera

PARVE BIKE