23 december 2020

TIRK Û ”BAPÊŞA ÇÛKAN” !

 

Ev çendake nexweşiyeke çûkan ya bi navê ”Bapêşa Çûkan” li derd û kulên Tirkiyê zêde bû. Ev bapêşa elok, mirîşkan û çûkên din bi hawakî bêhemdî li qeza Manyas, li nahîya Kiziksa hat tespîtkirin.

Bi belavbûna bûyerê ra Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bi riya pisporên xwe lêkolînek da çêkirin û beyanek da. 

Pisporên YE gotin: ”Bapêşa Çûkan ya ku li Tirkiyê hatiye tespîtkirin H5N1 e, pir bi tahlûkeye û ya mirinêye.

Helbet wek di her warî da dibe, li ser vê mijarê jî dîsa ne kesên pispor, lê yên herî ”mezin” yanî serokê dewleta Tirk, Recep Tayyîp Erdogan derket hember miletê tirk û ji rahm û kerema xwe ra çend gotinên wecîz kirin. Erdogan bi qahr û gazin got:

-Ji me ra dujminê derve ne pêwîst e. Dujminatiya ku em bi xwe ra dikin têra me dike.

Birêz Erdogan bi van gazinan jî qîma xwe neanî, bi uslûb û edayê bavekî jîr û zana û şîretkar axaftina xwe wiha domand:

-Bira li qusûra min nenêrin, dibe ku ez hinekî aciz bikim, lê ezê dîsa jî çargoşe bipeyivim. Çima ez viya dibêjim? Bala xwe bidinê, di meha gulanê da bûyereke bapêşa çûkan çêbû. Yek Xwedê zane ku ev bûyer çuqas mezin kirin, ev nexweşî birin gîhandin ku! Yê zanîbû jî peyivî, yê nizanîbû jî peyivî. Serokwezîrê Tirkiyê dipeyive  tu jê bawer nakî, wezîrê wê dipeyive tu jê bawer nakî. (…) Tu bi qedrê Xwedê dikî tu yê ji çi bawer bikî! Baş e birayê min, ev welat ewê çawa rabe ser nigan?

Helbet bi xwarina goştê elok û mirîşkên nexweş!

Li gor Erdogan eşkerekirina bûyerê batkirina Tirkiyê ye, ji bo ku Tirkiye rabe ser nigên xwe, divê meriv vê ”bapêşê” înkar û bincil bike. Ancax bi vî hawî Tirkiye dikane xelas bibe.

Komîsyona YE û hemû rêxistinên tendurustî yên cîhanê yeko yeko gotin ku ev nexweşiyeke pir bi tahlûkeye û divê meriv goştê van heywanan nexwe û di vî warî da jî tedbîrên gelkî ciddî bigre. Englistan, Fransa û Swêd di serî da, gelek welatên Ewrûpayê kirîna goştê mirîşk, elok û heywanên wek wan ji Tirkiyê qedexe kirin. Lê birêz Erdogan wek ku qet tiştek nebûbe, bi cesareteke mezin fitara xwe bi şorbe û zeletê mîrşkan vekir.

Erdogan bi xwarina xwe tenê jî nema, ji zeletê xwe perçak goştê mirîşkê girt û bi zor bi rojnamevanekî jî da xwarin. Yanî got,” ez natirsim, divê miletê Tirk jî netirse. Hema dema ez mirim, hûn jî bimrin.

Xwedê heye, mêrik wek Serokwezîrê Tirkiyê ji miletê xwe ra bû numûne û bê tirs û bê perwa têra dilê xwe goştê mirîşkan xwar. Gotinek heye, ”dibêjin bira mirina hespê bi ceh be”, birêz Erdogan jî bi vê riyê qey got, hema bira mirina me Tirkan jî bi goştê mirîşkan be!

Vê havînê li Tirkiyê araqiya sexte derket ortê, gelek kes pê mirin. Ji ”hostên” araqiya sexte yekî, araq dabû bavê xwe jî û bavê wî jî pê miribû. Li dadgehê jê ra gotin, ”kuro, ma te çawa hîşt ku bavê te jî vexwe?”

Hostê jîr got, ”min berê da kerê, ker pê nemir. Min got ewê bavê min jî pê nemre”

Dibe ku Erdogan jî berê goştê mirîşkan dabe kûçik ya jî pisika xwe, loma jî him ew bêtirs dixwe û him jî bi rojnamevanan dide xwarin.

Pismamekî bavê min hebû, gorra wî buhuşt be, navê wî Silêmanê Biro bû. Gava rastî yekî kêmaqil dihat, dikeniya û digot, ”lawê min tu zanî, dema aqil belav bû ev camêr negihîşt ser”. Diyar e ”birayên me” yên tirk jî dema aqil belav bûye qey hinekî dereng mane û negihîştine ser.

 Ji ber ku:

-Ewrûpa qedexe dike, dibêje mirin e!

Lê Serokwezîrê Tirkiyê wek ku ji mirinê ra resta xwe bixwîne, him bi merasim ”goştê bi vîrûs” dixwe û him jî bi xelkê dide xwarin!

Lê li Tirkiyê ev ne cara pêşî ye ku zirzopiyên wiha dibin. Berî viya bi çend salan, dema Sentrala Nukleer ya Çernobilê teqiya, hemû cîhan rabû ser nigan û her welatî li gor xwe tedbîrên xwe girtin. Baş tê bîra min, berpirsiyarên Tirkiyê yên wê demê, wan jî wek Erdogan pir bi ”cesaret”(!) hereket kiribûn, ji dêlî ku çay û tiştên din yên alîyê Derya Reş îmha bikin, di telewîzyonan da çaya bi radyason vedixwarin û digotin, tu tahlûke tuneye,  heger hebûya me yê venexwara!

Nuha zirara vê aqilsivikiya ”birayên me” negihîşta me kurdan, me yê zêde xwe tevî kar û barê wan nekira, bigota hûn û aqilên xwe li hevûdu bimbarek bin! 

Lê derket ortê ku şivanê elokan(şamî) Suleyman Meral, kurdekî Diyarbekrî bûye û piştî bûyerê lêxistiye çûye Diyarbekrê. Yanî ”bapêşa” wan jî ewê di me bigere.

17/10-2005
Netkurd


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE