23 december 2020

Dilbijokîya min

Carnan ez rastî hin nivîs û twîttên pir xweş têm, kêfa min ji wan peyvên biaqil û zîrek ra tê.
Lê ji bo ku bi tirkî ne ji dilê min nayê like bikim.
Gava dibînim kurdekî/kurdekê bi tirkî peyveke xweş kiriye bi navê kurdî didexisim, dibêjim xwezî ev peyv ne bi tirkî, bi kurdî kiribûya.

Di vî warî da wek şexs ez merivekî hinekî egoîst im, dixwazim her tiştê xweş ne bi tirkî, bi kurdî were gotin. Ji destê min bihata minê nivîskarên kurdîya wan xerab giş bidana tirkan, ji bo ku tirkî bikin şorbe; wek ku kurdî kirine û yên tirkiya wan baş jî bianiya taxa kurdî.

Helbet ez ne ji bo xêrê ez wan didim tirkan, ji bo ku tirkî bilewitînin. Û kurdên zimanşîrîn, sitîlîst di nav wan da nemînin.



XXX

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, henekê xwe bi biyara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Demirtaş kiriye û gotiye

”Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nikane di dewsa dadgehên Tirkiyê da biryarê bide.”

Tirk mecbûr nebin qanûnan, edaletê, biyarên dezgehên navnetewî qebûl nakin, ji bo ku qebûl bikin, dibê ço û zorê bibînin.

Bi siyaseta pişopişo, bertîlkirinê û şelafiyê Yekîtiya Ewrûpayê nikane tu tiştî bi Erdogan bide qebûlkirin, ew tenê ji zorê, ji ço fêm dike.

Serê salan e Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî tirkan siyaseteke newêrek, bêşexsîyet dimeşînin. Wer bawer dikin bi şelafiyê û bertîlkirinê Erdogan ewê xwe biguhere û bela xwe ji wan veke. Ev ne mimkûn e, tarîx li ber çava ye.

 

XXX

Cem Uzan li ser Erdogan gotiye:

”Erdogan nakeve hilbijartina ewê wenda bike, ewê qerarnameyekê derxe, hilbijartinê du salan texîr bike. Mercîya we ya îtîrazê ku der e? Ma Heyeta Bilind a Hilbijartinê hilbijartinên belediyan da betlakirin?

Îqtîdarên wiha bi hilbijartinan tên, bi hilbijartinan naçin. Ez nizanim ewê çawa here. Lê belê ez bawer nakim bi hilbijartinê here.”

Ev 6-7 sal in ez viya dibêjim, Erdogan ewê tu carî bi rehetî, bi hilbijartinan kursiya xwe nede kesî. Dema bibîne qezenc nake, ewê mahneyekê bibîne, teşxeleyekê, herbekê derxe û hilbijartinê nede çêkirin.

Cem Uzan wa ye ev yek ji nuhda da fêm kiriye. Dibê em kurd jî vê yekê ji nuha da bibînin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE