23 december 2020

Meriv soz da gerek soza xwe bi cî bîne

Nasekî min heye, hin hacetên xwe li ba min hîştine, gerek bibe û karekî min, suxreyek min jî pê ketiye, xwedêgiravî ewê bibîne. Ev çend car in sozê dide min, dibê ezê sibe, ya jî filan rojê werim, ez li mal dipêm, lê nayê. 

Gerek îro bihata, heta piştî nîvro min pa nehat. Ji ber ku wexta diyar nekiribû, min nizanîbû ewê kînga were, lema min nedixwest ji malê dûr kevim. Lê dawiya dawî îro jî ne hat û telefon jî nekir.


Bi qasî ez nas dikim merivekî baş e, fedekar e, lê ne xwediyê soza xwe ye. Ez aciz bûm, lê min telefon nekir. Heger rojekê were ezê jê ra bibêjim.

Di jiyana xwe da min çi soz dabe kê, min miheqeq bi cî anîye, tu carî, tu wextê min soza xwe derew dernexistiye.

Tu kes nikane bibêje Zinarê Xamo filan soz da min û soza xwe neanî cî, ez xapandim…

Dibê meriv xwediyê soza xwe be. Soz, qewl ji bo ku meriv bi cî bîne tê dayin. Heger merivê nikanibe qewlê xwe bi cî bîne dibê meriv sozê neede. Karê merivê nikanibe bike, gotina merivê nikanibe bi cî bîne dibê need û xwe şermezar neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE