23 december 2020

Hejîr

 


Ev 40 sal e ez li Swêd im, her serê salê ez hejîran, çerez û şîraniyê dikirim.

Do jî min ji ser mêwefiroşê me yê kurd pêkatek hejîr kirî; kîloyek bû.

Ez ji hejîran pir hez dikim. Ji tezeyê wan jî, ji hişkên wan jî hez dikim. Gava lê rast têm dikirim. Ne çilek im, lê xwe mehrûm û nefsa xwe jî kor nakim.

Min nuh ferq kir, hewqas sal in ev cara pêşîye ez hejîrên teze, yên salê dikirim.


Heta nuha, hewqas sal in hejîrên min kirîne giş hejîrên kevn û kerrik, hişkolekî bûne û min tim nîvê wan davêt. Lê yên do min kirî, sipî boz û wek loqim in.

Hejîrên li vir li ser dikanan peyda dibin giş yên Tikriyê ne. Belkî hin caran min yên Yûnanîstanê jî kirîbe. Li markêta me yên Yûnanîstanê peyda nabe. Hejîr û findik piranî yên Tirkiyê ne, ji bo Noelê û sere salê tînin. Heta ez mecbûr nebim ez malê Tirkiyê nakirim, lê hejîr min ji mecbûrî kirî. Hejîrên min îcar kirîn bi rastî hejîr in, perê wan helal be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE