22 december 2020

Tirkan îcar jî bela xwe di Eyn Îsa dane

 


Bi saya dewleta xwe tirkan em kurd perîşan kirine. Ji bo ku tank, top û balafirên wan hene, ji bo ku artêşa wan heye pê li serê medikin, nahêlin em di malên xwe da rojekê rehet bikin. Jiyan li me kirine zindan.

Ev demeke îcar bela xwe di bajarê Eyn Îsa dane, gav û saetê bajêr û gundên dorê topbaran dikin. Ji ber topbaranên tirkan û îrîşên çeteyên wan bi sedan malbatên kurd bi çolan ketine, di halekî pir xerab da ne...

Ev zulm, ev teror li ber çavê rûsan dibe, bênamûsan xwedêgiravî garantor in, dibê nehîştana tirk li ciyê rehetiyê xelkê siwîl bi vî rengî terorîze bikin.

Lê dihêlin, dengê xw enakin. Çimkî dewleta tirkan heye, hevdu bertîl dikin.

Em nikanin xwe biparêzin, çimkî dewleta me tuneye. Gava dewleta meriv tunebe, wek di şer da dijmin bi sîleh be û meriv jî destvala be. Li hember tirkan em destvala ne, lema kanin vê zulmê li me bikin.

Lê dewleta edaleta wê tunebe mahkûmê hilweşandinêye. Tirk bi vê dewleta xwe ya zalim û bêedalet gelkî stûr bûne, gelkî gewî bûne. Lê dewleta hezar salî jî kane di demeke kin da hilweşe.
Di tarîxê da gelek dewletên ji Tirkiyê pir mezintir hebûn, lê nuha yek jî tuneye, giş têk çûn.
Konfuçyus gotiye:

 ”Dewlet dişibe keştiyê, gel jî dişibe avê. Yê keşitiyê hildigre av e, lê belê yê keştiyê werdigerîne jî av e. ”

Tirk rojekê ewê bela xwe bibînin û ev dewleta ew pê vê zulmê li me dikin ewê jî wek Dewleta Osmanî hilweşe,…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE