22 december 2020

Dibê meriv bi zulma dijmin li kurdan dike kêfxweş nebe

Dewleta tirk kîjan kurdî/kurdê siyasî bigre, bavêje zindanê, ceza bike ez li dij im, pê kêfxweş nabim.

Dixwaze bira ew kes merivekî ez jê hez nekim, merivekî ez pir li dij fikir û siyaseta wî bim.

Rejîma îslamî-faşîst bi hezaran kurd kêfî, ji bo ku kurdan çavtirsiyayî bikin êsîr girtine. Bi vê zulma li kurdan dikin dibê em bêdeng nemînin, li gorî îmkanên xwe li dij rabin.

Hin kes bi girtina kurdên ew li dij in kêfxweş dibin. Wek şexs ez vê şêlê pir şaş û ne exlaqî dibînim. Kî wiha dike serbest e, lê ez tu carî bi girtin û cezakirina tu kurdekî siyasî kêfxweş nabim, pê diqeherim, xemgîn dibim û dewleta dagirker şermezar dikim.

XXX

Dadgeha tirk ya tiroviro ya Diyarbekrê, 22 sal û 3 meh ceza û emrê girtinê daye Hevseroka KCDê û parlamentera HDPê ya berê Leyla Guvenê.

Nav dadgehe, lê di rastiyê da li Tirkiyê dadgeh û edalet tuneye, tenê navekî tiroviroye.

Îro li Tirkiyê wezîfeya dadgehan, dozgeran û hakiman girtin û cezakirina kurda ye. Bi vê riyê dixwazin kurdan biwestînin, ji taqet da bixînin, ji bo ku kurd dev ji micadela xwe ya azadî û serxwebûnê berdin.

Ez sedîsed li dijî fikir û siyaseta Leyla Guvenê û partiya wê me. Lê ev yek nabe sebebê ez bi 22 sal cezakirina jineke kurd kêfxweş bibim.

 

XXX

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe ya di heqê S. Demirtaş da ji Tirkiyê ra got, tavilê Selhedîn Demirtaş berdin !

Dibê Tirkiye bê qeyd û şert biyara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cî bîne û Demirtaş berde !

Bi hezaran kesên wek Demirtaş êsîr girtine, dibê ew jî werin berdan. Dibê em azadiyê ji bo hemû kurdên êsîr hatine girtin bixwazin.

 

XXX

Berdevkê Tevgera Misilmanên Ewrûpî(EMİSCO) û Mişawirê Medyayê yê Sefareta Tirkiyê yê Brukselê yê berê Veysel Filiz, dema xwestiye derbasî Bûlgarîstanê bibe, di derîyê Hamzabeylî yê sînor da 100 kîlo eroîn di ereba wî da hatiye girtin.

Bûyer 15 roj berê bûye, lê Tirkiyê heta nuha bi dizî girtiye, haya medyayê pê nexistine. Bûyer îro hat eşkerekirin.

Dîyar e piştî 15 roj bazar li hev nekirin, ya jî nikanîbûn veşêrin, hinekan îfşa kir.

Her tişt ji tirkan tê, Tirkiye tîcareta her tiştî dike û dide kirin.

Mêrik berdevkê misilmanên ewrûpî ye, li sefarata Tirkiyê ya Brukselê mişawirê medyayê bûye, lê di bin ra jî tîcareta efyonê dike. Helbet ev ne cara pîşîye, miheqeq berê jî bi îmkanên dîplomatîk gelek caran ev kar kiriye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE