Xebereke rojnameya Batmanê ez îro hinekî xemgîn kirim. Li
gor xebera rojnameyê îsal dims jî kêm tê firotin. Belê we çewt nexwend, li
Kurdistanê dims jî êdî kêm tê firotin.
Ew dimsa(mot a)ku li gor baweriya gelêrî ya kurdan ji her
derdî ra derman e îsal zêde nayê firotin.
Tê bîra min, her sal dema dims derdiket xelkê ji dest hev direvand û dema dihat
bazarê jî li erdê nediket. Di nava çend rojan da dibû tûtya!.
Lê diyar e îsal ji ber bêperetî û xizaniya milet, dimsê û
him jî dimsa tuyan di hustuyê xwedyê xwe da dimîne, mişterî pir kêm in. Dims
û neyê firotain?
Diyar e dawiya dinyayê ye!
Wek tê zanîn di nava kurdan da dims, xwarin û şîraniyeke
pir bi qîmet e. Bi taybetî jî zivistan û buharan ya bi rûnê hîz ya jî bi rûnê
nivîşk ra li gundan pir tê xwarin.
Zarok ji dimsê pir hez diki. Herî bêtir jî ji şilîkiyê bi dimsê. Di ser da
pîçîkê davêjin.
Ne zarok tenê, karkirê ku xwrîniya xwe bi dimsê û rûnê hîz
ya jî bi rûnê nivîşk bikira êdî heta êvarî ne birçîbûn lê hebû û ne jî sar û
serma zivistanê lê hukim dikir. Ji sibê heta êvarî di bin berfê da kar bikira
jî qet ne xema wî bû. Çimkî wî kesî xwrîniya xwe bi rûnê nivîşk û dimsê
kiribû. Û dema dims jî dimsa Qibalê bûya, a wê demê ew dibû pola.
Me ji etarên dims danîn ba me ra digot ”dimsoyî”.
Li ba me li Qerejdaxê dimsa Qibalê û Rişmilê bi nav û deng bû. Roja etar
bihata gund daweta zarokan bû. Ez fêm nakim gundî û zarokên kurd çawa kanin
dev ji dimsê berdin?
Gelek caran, bi taybetî jî buharan ez diçûm gund. Sibehan
bi dengê meşka dewkilan ra ez ji bin kon, ji aliyê mîvanan ji xewa şîrîn
şiyar dibûm. Ez li ser doşegê çarmêrkî rûdiniştim û dimam li bende xwrîniya
xwe.
Ez qet ji bîr nakim, bayê xerbî yê honik bedena min hêdî hêdî baweşînk dikir.
Kalîna kar û berxên bermalî, gurmîna meşkêm dewkilan li hev digobilîn û di
guhên min da dibûn wek straneke Eyşa Şana gurbuhişt, ez mest û lal
dikirim.
Xaltiya min Zeynê, ewê ji min ra hinek dims ya li qeymaxê(toyê şîr) ser şîr kira,
ya jî li wî mastê mîhan yê wek penêr kira, bida ser siniyê û bida ber min.
Êdî kêf kêfa min bû. Minê têra dilê xwe bixwara.
Lê ev dimsa dermanê hemû nexweşiyan îro nayê firotin û di
hustuyê xwediyê xwe da dimîne. Wey qeda li vê dinyayê keve ku dîtina van
rojan jî kir qismetê min!
Ahmed Keskînê Gercewsî wek her sal, îsal jî dimsa xwe biriye
Batmanê. Lê çi heyf ku dimsa wî wek her sal nayê firotin. Ew dibêje:
-Par me kîloya dimesê bi du lîre û nîvê Tirkiyê (2.5)
difrot. Buhayê dimsê îsal jî wek xwe ye.
Lê çi heyf ku kes qedrê dimsa tuyan nizane. Halbû li gundan wek xwarina super
tê zanîn.
Zivistanê kî çendsed xiram dimsa tuyan bixwe enerjiya wî hewqasî zêde dibe ku
ew şût tazî li ser berfê rûne, dîsa jî ne xema wî ye.
Ahmed Keskîn dibêje, ew kîloya dimsa tuyan bi du lîre û
nîvê Tirkiyê yê nuh, (YTL) difroşe. Li markêtan jî kîloya wê bi 10-12 lîreyî
ye. Feqîro bi gilî gazin dibêje:
-Em bi buhayê şekir dimesê difroşin. Ji ber ku gelek kes
qîmeta wê nizane loma jî pir nayê firotin.
Ax axxx ! Xwezî
nuha tasek dimsa tuyan, lepek rûnê nivîşk û nanekî germ yê ji firna Hecî
Hemîd li ber min bûya û min bi vê hesret û bîrîkirina dilê xwe bixwara û
bixwara û bixwara; heta ku ev dilê azirî hinekî aş bibûya.
Qey rojekê ewê ew dem jî were…
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar