21 december 2020

Tirkiyê di 6 salan da 141 girtîxane çêkirine

 


Hukûmeta îslamiyên tirk di 6 salan da 141 girtîxane çêkirine. Û sala bê jî ewê 39 hebên din jî lê zêde bikin, jimar ewê bibe 180 zindanên kurdên êsîr girtine.
Îslamî-faşîstên tik dixwazin bi sedhezaran kurdên bîna kurdayetiyê jê tê ya bikujin, ya bi çolan xin, ya jî  di zindanan da êsîr bigrin.
Van girtîxane û kampên êsîran gişan ji bo kurdan çê dikin. Li Tirkiyê û Kurdistanê salê ji fabrîqeyan pirtir girtîxane çêkirine.
Li gorî parlamenterê CHPê Abullatîf Şener gotiye: 

“Di sala 2014a de 14, di sala 2015a da 18, di sala 2016a da 38, di sala 2017a da 12, di sala 2018a da 15, di sala 2019a 26 û di sala 2020a da jî 18 girtîxane hatine çêkirin.

Û di sala bê da jî ewê 39 girtîxaneyên din li yên hene zêde bibin, jimar ewê bibe 180.  Nuha li Tirkiyê 355 girtîxane hene.”
Şener jimara girtî û hefsiyên di girtîxaneyan da jî eşkere kiriye, gotiye:

”Di sala 2002a da, dema AK Partî hat ser desthilatê 58 hezar girtî hebûn. Di 2019ê da ev jimar gehiştiye 291 hezar û 500 kesî. 45 hezar bi înfazê hatin berdan, nuha265 hezar kes girtîxaneyan da girtî ne.”

Lê îslamî û faşîstên tirk bi vê reqemê qîma xwe naynin, dixwazin çend sed hezar kurdên din jî êsîr bigrin û di zindanan da birizînin.

XXX

Îtalî Tirkiyê ji bona dinyayê tehdît dibînin.

Li gorî ankêteke ji alî ISPI yê ve(Enstîtuya Lêkolînên Siyasî) li Îtalyayê hatiye çêkirin, sê welat ji bo Îtalyayê û dinyayê wek gefên derveyî/xaricî yên herî mezin tên dîtin.

Li ser pirsa kîjan welat ji bo dinyayê talûkeya herî mezin e?

Ji sedî 27a gotiye Çîn, ji sedî 15a gotiye Îran û ji sedî 14a jî gotiye Tirkiye.

Bi baweriya min Tirkye ji bo dinyayê ji Çînê jî, ji Îranê jî û ji Koreya Bakur zêdetir talûkeye.

Îro, heger ne dinya be jî, lê belê ji bo Ewrûpayê Tirkiye talûkeye pir û pir mezin e.

Hebûna Tirkiyê bi vî şiklî, bi vê îdareyê ji bo Ewrûpayê talûkeyeke pir mezin e, wek bombeyeke bi saet e.

Hebûna Tirkiyê bi vê îdareya îslamî ji bo Ewrûpayê gefeke mezin e, potansîyeleke bêîstîkrariyê ye.

Het ku Tirkiye bi vî hawî hebe ji Ewrûpayê ra rehetî û îstîkrar ne mimkûn e. Tirkiye ewê bi milyonan koçberên misilman qefle bi qefle bişîne Ewrûpayê. Ev koç tu carî ewê nesekine.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE