21 december 2020

Cî ji bavê min ra namîne…

 Li Almanyayê karkerekî tirk ji bo ku zarokê xwe yê nuhçêbûyî qeyd bike, bi lawê xwe yê 4-5 salî ra dihere Konsolosxana Duseldorfê. Mamûrê bi karê qeydkirina zarokan mesûl e ji lawikê biçûk ra dibêje:

-Tu ji birayê xwe yê nuh hez dikî?

-Erê, ez ji gişan jî hez dikim.

-Çend birayên te hene?

-Em çar heb in, nuha bûn pênc.

-Maşalah, muheqeq nuha mala we pirr mezin e, çimkî odeyek raketinê qîmî we gişan nake.

Lîwik got:

-Qîm dike, dike, ji me hemûyan ra jî cî heye. Em nivînên xwe di ber hev da radixin, wê çaxê ciyê me gişan tê hiltê. Ciyê diya min jî tê hiltê. Bes cî ji bavê min ra namîne, ew jî li ser zikê diya min radikeve.

 

Ku ev bifilite

Rojekê cîranê Xoce Nesredîn dinêre ku Xoce çuyek daye destê xwe û li kerê xwe dixe. Dilê mêrik bi kerê şewitîye, gotiye:

Xoce! ma ne guneye tu li vî heywanê kerr û lal dixî!

Xoce gotiye:

- Yê din filitîye çûye ketiye bîstên, lemek jî sax bernedaye.

Mêrik gotiye:

- Xoce! Xwedê ji te razî, kerê din ketiye bîstên, tu li yê girêdayî dixî. Ma sûcê wî çiye?

Xoce gotiye:

- Tu nizanî, ku ev bifilite bi Xwedê ji yê berdayî xerabtir e.

 

Hêviya ji berçavkê

Yekî gundî ji bo ku mektûba lawê wî esker jê ra şandibû bide xwendin çû ba muxtarê gund. Bi rê da muxtar dît, mektûb dirêj kirê.

Muxtêr jê ra got;

- Heyran wele nuha berçavka min ne li ba min e, lema jî ez nikanim bixwînim.

Mêrikê gundî hema wê rojê lêxist çû bajêr. Li bajêr çû ser optîkerekî (berçavksazekî). Ji optîker ra got berçavkekê bide min. Optîker kîjan berçavk da ber çavan pere nekir; tim got:

- Bêfêdeye, bi Xwedê ez nikanim pê bixwînim.

Optîker gelek berçavk li ber hev guherandin, lê feyde nekir; tim got:

- Bi serê te bêfêdeye, ez nikanim pê bixwînim.

Dawiya dawiyê optîker westiya, jê ra got:

- Nuha xwendin û nivîsandina te heye ya na?

Yê gundî keserek kûr kişand û bi hawakî matmayî got:

- Heyran, heger xwendin û nivîsandina min rebenê Xwedê hebûya, ma çima minê bihata berçavk ji te bixwesta ?

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE