21 december 2020

Qey ji gundên Qezê ye

Sal 1971 e. Li Tirkiyê generalan dîsa bi zora sunguyê hukum girtibûn destên xwe, li her derê terorek mezin hebû. Bi taybetî li Kurdistanê ew kesê ku bîna çepîtî û welatperweriyê jê dihat digirtin...

Şevekê girtin ser çayxana Cemîl, bi çend xortan ra Cemîl jî girtin, birin hefsa Diyarbekrê.

Piştî çend roj îşkence, ew derxistin mahkemê. Îddîa ew bû ku Cemîl endamê rêxistineke Maoîst e. Wek delîl jî li qahwexana wî rismê Mao dîtibûn. Hakim rismê Mao bi alî wî da kir û jê pirsî:

- Ka bibêje, ev meriv kî ye û rismê wî li çayxana te çi digere ?

Cemîl bala xwe da risim û got:

-Hakim beg!, min berê jî got, lê ji min bawer nekirin. Bi serê bavê te, heger ji Qezê bûya minê nas bikra, lê qey ji gundên Qezê ye, lema jî ez nas nakim.

 

Çav kor be jî aqil heye

Jinikê xwest ji mêrê xwe yê kor ra pesnê pakî û bedewiya xwe bide, got:

- Xwezî tu ne kor bûya, te yê bidîta bê ez çuqasî pak û bi bedew im.

Yê kor got:

Jinê, erê çavên min kor in, ez bejn û bala te nabînim, lê ma aqilê min jî tuneye? Heger tu yeka hewqasî pak bûya, ma te ez korê reben dikirim

 

Nizane çi bibêje !

Rojeke Remezanê zarokên taxê bala xwe danê yekî kal cixarê dikşîne, bi keviran bera dû dan. Mêrik ji ber zarokan reviya, derket derî bajêr.

Di wê taftafê da zîpikekê dayê, heyhewar, her hebek tu dibê gûz bûn. Mêrik berê xwe berbî jor da kir, got:

- Ya Rebî, wer xuyaye tu jî bi ber teqala zarokan ketiye, wele nizanim ez ji te ra çi bibêjim!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE