20 december 2020

Xortên kurd êdî naxwazin bi tirkan ra bizewicin


Li gorî lêkolîna şîrketa lêkolînan Rawestê ji %44ê xortên/ciwanên kurd naxwazin bi tirkan ra bizewicin. Dibêjin heger ew tirkan ra bizewicin ewê asîmîle bibin.

Bi vê xeberê pir kêfxweş bûm.
Tiştê 40-50 sal berê min digot û diparast, vaye xortên kurd jî êdî diparêzin, êdî ew jî li dijî zewaca bi tirkan ra ne. Ev, guhertineke sosyolojîk ya pir baş e. 
Li gorî lêkolînekê %44ê ciwanên kurd naxwazin bi tirkan ra bizewicin. Ev pêşketineke nuh e û pir baş e, bi vê şêl û meyla keç û xortên kurd ez pir kêfxweş bûm.

Ji sedî 99ê zewaca bi tirkan ra kurd bûne tirk.

Lê bi baweriya min dibê meriv bi kurda/kurdê bi kurdî nizane û naxwaze fêr bibe ra jî nezewice. Çimkî ew jî meriv asîmîle dike û zarokên meriv dike tirk.
Diyar e zulm û terora dewleta tirk û nîjadperestiya tirkan kurd bi xwe hesandin, hestên netewî bi wan ra xurt kir. Ev jî netîceyeke normal e.

Heta em bibin xwedî dewlet dibê em vê şêla xwe bidomînin. Piştî em bûn xwedî dewlet, êdî kî bi kê ra dizewice azad e. Ji ber ku êdî dewleta me heye, wek milet hebûna me ne di tahlûkê da ye.

Dilbirîn Dilo: Keçikên kurd pir di hewa de difirin mamo me qebûl nakin

Zinarê Xamo: Her teyr bi refê xwe ra difire. Zewaca bi tirkan ra û bi kurdên bi kurdî nizanin û naxwazin fêr bibin, naxwazin bipeyivin ra ji bo hebûna me gefeke mezin e, wek milet me asîmîle dike. Zimanê me, edebîyata me, muzîka me, xemîşokên me ji ortê radike û di dawiyê da me dike tirk.+

Di van 40-50 salên dawî da bi milyonan kurd heliyan bûn tirk, bibêjin em kurd in jî bêfeydeye. Berê jî hin kesan digotin eslê me kurd e. Mûsa Anter, Yaşar Kaya qala gelek kesên dê û bavên wan, kalên wan rêber û pêşengên kurdan bûn dikin, lê neviyên wan bûn tirk.

Eynî aqûbet nuha jî ya bi milyonan kurdî ye, heger ji zimanê xwe qut bibin tirkbûna wan pir hêsan e. Ev rastiyeke û dibê meriv bibêje. Ev 40-50 sal in ez viya dibêjim, ez dibêjim bi tirkan ra nezewicin, bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin.

Şêx Zelala Ji Fînê: Bi gotinan naxwazin, lê belê bi gotina xwe nakin. Argumana wan jî yan fikrên sîyasî-dînî ye, yan jî evîn e. Bi taybetî jî mêrên herî miletperwer vê dikin.

Meheme Zana Yirmibiroglu: Qîzén kurda heme heme béje ji sedî 90-95 ji bo xerîban/béyanîyan hev şu dikin perçe perçe bı taybetî ji deyûsén "tirrik"an

Zinarê Xamo: Ne baş e, dibê meriv bêdeng nemîne, rexne bike. Min ji zarokên xwe ra got, dibê hûn bi tirk û ereban ra nezewicin.

Şêx Zelala Ji Fînê: Wile dayik û bav(piraniya wan) tiştekî nabêjin. Heta hinek ji wan xwe pê qure jî dikin. Dema yek rexne dike jî wan dikin dizê sola wan.


Şêx Zelala Ji Fînê: Zêde ne bawer im, lê bi hêvî me:

Ev 40 sal e ez ji welatê xwe dûr im, ne di nava civatê da me, guherînan ji dûr va taqîb dikim. Tu di nava milet da yî, tu guherînên civakî, sosyolojîk baştir dibînî. Lema jî çavdêriyên te muhîm e, kane rasttir be.

Şêx Zelala Ji Fînê: Ez jî ne li welat im, lê gelek caran bûme şahida hevalên li welat.Mamoste dev ji dayik û bava berde,kalek û pîrek nemaye ku me hişyar bike.Berovajî, ew jî wisa dikin.Ji ber ku ez li her derê bi Kurdî xeber didim, çend caran hatine û min hişyar kirine.Dikarin tiştên din bifikirin?

Songul Yurdakul: Mêrên Kurd bila pêşî jinên Kurda heq bikin. Xwe rast bikin! Bi ziman zewac nameşe 

Zinarê Xamo: Songul xanim, helbet di nan kurdan da jî peyayên xerab hene, belkî pir in jî.

Lê dîsa jî ez bawer nakim bi giştî tirk ji kurdan medenîtir, pêşketîtir û bi kulturtir bin. Li Ewrûpayê ji tirkan xerabtir, cahiltir, irqçîtir însan tunene.

Em çi bin jî em yên hev in, dibê hevdu biguherin...

Songul Yurdakul: Xwezî mêrên Kurd qe medenî nebûna mamoste her ciqas medenî bûne xwe wenda kirine û feşo meşo bûne. Ez tistek bibêjîm mamoste aqlî jinên kurd hebe wê ticar bi mêrên Kurda re nazewice. Di nava Tirka da mezin bûme evî jî bibêjim.

Zinarê Xamo: Songul xanim, yanî tu dibêjî bira kurd nemînin, em giş bibin tirk ?

Çimkî dema keçên kurd bi ya te bikin û bi kurdan ra nezewicin, kurd ewê biqedin, bibin tirk.

Vê pesîmîstiya te ez gelkî tirsandim !

Hêvî dikim tu keçeke kurd wiha nefikire...

Mêrên kurd jî gerek bi keçên tirk ra nezewicin, ew jî me dike tirk.

 Songul Yurdakul: Na mamoste hûn dizanin wek we difikirim lê mixabin zewac wisa nameşe. Jinên Kurd ê wek min difikirin jîxwe xwe qurbana kurdbûnê kirine nikarin bi Tirkek re bizewicin... Tenê dizanim mêrên Kurd hetanî xwe rast nekin her tişt xeyal e...

Zinarê Xamo:Songula hêja, ya îşev bîna te hinekî teng e, ya jî kurdekî xerab rastî te hatiye, tu gelkî êşandiye.

Lê sebeb çi dibe bira bibe, dibê em hewqasî hêrs nebin, civata xwe biguherin, em xwe biguherin.

Bîstek berê xanima min ji xwe ra li TVê temaşe dikir û min jî jê ra nan lê dixist.

Di ser da jî ne sipasî min kir û ne jî nanê min eciband, got "dibê 1-2 deqîqeyên din di firnê da bima..."

Halbû nanê min lêxistiye li pastexaneyê jî ew nan tuneye, nanpêja herî baş jî nikane nanekî wiha nerm, wek loqim lêxe.

Yanî di nav kurdan da mêrên wiha jî hene. Dibê tu hesabê yên wek min jî bikî..

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE