20 december 2020

Kurdî ket devê emerîkîyan jî !

Ji arşîva min:
2/10-2005
Netkurd

Şikir ku me ev roj jî dît. Kurd bûn xwedî balafir jî. Êdî kurdên li Ewrûpayê ne hewceye ku herin Tirkiyê û derdê tirkan bikşînin. Ji nuha û pêva balafira Kurdistan Airlines heftê rojekê ji Frankfûrtê raste rast difire Hewlêrê.

 Rêwîno oxira we ya xêrê be!

Heta nuha Kurdistan Airlinesê du sefer kirine. Di sefera duduyan ya Kurdistan Airlinesê da rojnamevanekî tirk yê bi navê Îrfan Ergî ji bo ku bi çavên serê xwe bibîne ku ”kurdistan Airlines” rast e ne xeyal e ji Frankfurtê ew jî bû rêwî û çû Paytexta Kurdistanê Hewlêrê.
  
Ergî di rojnameya Mîllîyetê da dûr û dirêj û bi rengekî dinya nedîtî û dramatîzewarî qala Kurdistan Airlinsê û vê rêwîtiya xwe kir.

Di vê seyahetnama Ergî da tiştekî bala wî kişandiye û hinekî jî pê matmayî maye. Ergî di dema vegerê da ji Hewlêrê li mînîbûsekê siwar dibe û berê xwe dide Balafirxana Navnetewî ya Hewlêrê. Bi rê da şufêr kasêteke kurdî dide ser. Di erebê da bêyî Ergî çend leşkerên Emerîkî jî hebûne.

Leşkerên emerîkî kêfa wan ji stranê ra tê û loma ew jî tevî tempoya muzîkê dibin û pê ra distirên. Ev yek bi Ergî gelkî xerîb tê û loma jî di nivîsa xwe da bi heyret qala vê katê dike û wiha dibêje:

-Gava şufêr straneke kurdî lêxist, leşkerên Emerîkî yên bi kincên sivîl ku li pişt min rûniştibûn bi dilşadiyeke mezin û hema hema bi kurdiyeke bêqusûr refaqetî stranê kirin.

A vê bûyerê yanî bi kurdî nuhurandina leşkerên Emerîkî gelkî bala Îrfan Ergî kirşandiye û  di rojnama xwe da qala vê bûyerê kiriye. Gotiye êdî leşkerên Emerîkî jî bi kurdî distirên. Ji bo yekî tirk rûbirûbûna bûyereke wiha bêguman tiştekî gelkî giran e, xerîb e û hetta hinekî jî dûrî aqilan e!

Emerîkî çawa dikane bi kurdî bistirê?

Wê demê dawiya dinê ye!

Wê demê malik li tirkan şewitî û li vê dinyayê cî ji wan ra nema.

Li gor yekî tirk, kurdî ne tu ziman e. Û ne hêjaye ku meriv fêr bibe û pê bistirê. Dema yekî xerîb kurdî fêr bibe û tew di ser da jî pê bistirê tirk matmayî dimînin, ev yek bi kêmasî dinya û psîkolojiya wan xera dike.

Neteweperestên tirk bi xwe korfahm in û dilê wan jî mişt dijminatiya kurda ye. Û ji wan wetnê dinya alem jî giş wek wan korfahm e û li dijî kurdan e. Dema bûyereke berovaciya vê baweriya xwe dibînin ji xwe ra diçin dinya wî alî û dibêjin:hela hela, ma tiştê wiha jî dibe?

Meriv çawa fêrî kurdî dibe?

Ev serê sedsalan e tirk bi mamûr, çendirme û pûlisên xwe ve li Kurdistanê di nava me da ne, lê fêrî kurdî nebûne û nabin. Yekî tirk bi salan li kurdistanê dimîne lê du gotinan jî fêr nabe. Çimkî naxwaze. Dema meriv ji teştekî hez neke meriv fêr jî nabe.

Di vî warî da nimûna herî balkêş tirkên di nav PKKê da ne. Ji van kesan hinek hene bi kêmasî ev sîh(30) sal in ku di nava PKKê da ne û li serê çiyayên Kurdistanê wek serokên gerîlla şer dikin. Lê ew hîn du gotinên kurdî jî fêr nebûne. Lê wan bi xwe bi hezaran keç û xortên kurd fêrî tirkî kirine. 

Ez bawer dikim li dinyayê numûneyeke din wek vê tuneye. Ne mumkûn e ku mirovek bi rastî ji miletekî hez bike, lê di sîh(30)salî da zimanê wî fêr nebe.

Loma jî dema tirk dibînin ku leşkerên emerîkî di nava salekê da ”hema hema bi hawakî bêqusûr” kurdî fêr dibin matmayî dimînin, dibêjin helaaa helaaa, li dinyayê tiştên wiha jî dibe?

Emerîkî û kurdî?

Belê tiştên wiha jî dibin û ewê hîn gelek tiştên din jî bibin. Bi xêr ku hûn ji qehra neteqiyan û nemirin hûnê gelek tiştên ku devên we li hember ji hev here bibînin.

Feqîrê xwedê nabînin ku ne tenê emerîkî, koreyî jî fêrî kurdî bûne. Û ne tenê kurdî jî, tew fêrî govenda kurdî jî bûne. Govenda koreyî digrin kurd nikanin bigrin.

Ji ber ku zimanê kurdî şîrîn e, muzîk û govenda kurdî jî hîn dejenere nebûye, otantîk e û egzotîsk e. Loma jî xelk jê hez dike û fêr dibe.

Di dema vegerê da li balafirxanê tiştekî din jî bala Ergî dikşîne. Li ber deriyê ketina hundurê termînalê çavên Ergî bi hin leşkerên emerîkî dikeve. Li gor gotna Ergî, li ser milên nobetdarên leşkerên emerîkî yên li ber deriyê termînalê nîşana zîha –arma ejderha- hebûye. Dema Ergî nîşana li ser milên leşkeran dibîne, bûyera çawelan tê bîra wî û dibêje:

-Leşkerên vê lîwayê çewal xistibûn serên tîmên me û bi vê kirina xwe ketibûn rojevê.

Wek tê zanîn zîha marekî, ejderhakî pir mezin e, dikane meriv daqultîne. Loma jî divê meriv xwe zêde nêzî ”zîha” neke. Ku meriv xwe nêz bike, ewê bibêje ”luppp” û meriv daqultîne!

Ergî negotiye, lê ez bawer dikim wî jî xwe zêde nêz leşkeran nekiriye, ew tavilê ji wir dûr ketiye.

Belê, emerîkî jî êdî bi kurdî distirên.

Gelo hûn tirk, hûnê kînga fêr bibin?


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE