19 december 2020

Gerek em îşê xwe ji dînên hev neynin û cejnên hev pîroz bikin.

 


Nuha min di malpera xortekî da xwend, hin kurdên dîndar di medyaya sosyal da bi wêne û bi sembolên êzdîtiyê Cejna Êzî li kurdên êzidî pîroz kirine...

Pir kêfxweş bûm. Tiştekî pir baş kirine. 
Ez jî Cejna Êzî li xwişk û birayên xwe yên êzdî hemûyan pîroz dikim.
 

Dibê wiha be. Dibê em kurd midaxaleyî baweriyên hev nekin, kî çi, kîjan dînî dihebîne bi kêfa xwe ye.

Misilman li ser dînê xwe, êzdî li ser dînê xwe, elewî li ser dînê xwe, îsewî, kakayî, ehl heq li ser dînê xwe.


Gerek tu kes baweriya xwe, dînê xwe li ser yekî din ferz neke, henekê xwe bi bawrî û dînê yekî din neyne, ji bo ku dînê meriv cihêye, baweriya meriv cihêye, meriv ji hev neqehere, nebe neyarê hev.

Do, Şêx Zelala ji Fînê jî bi keça êzdî ya hêja Nûrê Eşîr Angosî ra di YouTubêda sohbetek xweş kir û cêzna wê û ya gelê êzdî pîroz kir.

Min bala xwe dayê herdu jî wek du xwişkan bi dil û can ji hev hez dikin û cêjnên hev pîroz dikin. Numûneyên wiha zêde bibin baş e.
Tevgera Azadî kane pêşengiya karên wiha bike. Di nav Tevgera Azadî û Nûbiharê da kesên gelek zana hene, dibê ew ji kurdên din ra bibin pêşeng û emsal.

Pîvana min kurdperwerîye, welatparêzîye, gava kurdek ne heval û dilxwazê neyar be ez tu carî bi çavekî ne baş lê nanêrim, wî dostê xwe dibînim.

Kurdên çep û welatparêz ji xwe ji berê da eydiyên kurdên ji her dînî pîroz dikin. Belkî kurdên dîndar û êzdî cejnên hev pîroz nedikirin. Dibê ew jî bikin, yekîtiya netewî wiha çê dibe.

Em kurd bi tevayî, dînê me, mezhebê me, îdeolojiya me çi be jî, em giş blindest in, bindest gerek bi hev nekevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE