19 december 2020

Mêrik bû dîplomayên sexte bûye gelek tişt

 


Dadgeheke Tirkiyê ji ber ku dîplomayên şêwirmendê Erdogan û parlamenterê AKPê yê berê Hamza Yerlîkaya sexte bûne 5 sal ceza dayê. 

Hamza Yerlîkaya, dîploma lîsê û zanîngehê ji xwe li hev ragirtiye û wek merivekî lîse û zanîngeh qedandibe bûye parlamenter û şêwirmendê Erdogan û gelek tiştên din.

Hamza Yerlîkaya, ne serokşêwirmendê Erdogan tenê bûye, her wisa, cîgirê wezîrê sporê bûye, cîgirê serokê Vakif Bankê bûye. Yanî mêrik bi dîplomayên sexte bûye gelek tişt.

Dûra hinekan lê gilî kiriye û sextekariya wî derketiye û Dadgeha Ceza 5a ya  Anqerê 5 sal cezayê zindanê dayê. Lê belê Dadgeha Bilind biryara mahkimê xera kiriye.

Kanin bi Hamza Yerlîkaya, çima ceza nadin Erdogan? Dîploma Erdogan jî sexte ye, Erdogan jî zanîngeh nexwendiye, dîplomeyek ji xwe ra li hev ragirtiye.

Her tiştê Tirkiyê sexte ye, bi sextekarî ava bû û heta nuha jî bi sexekariyê li ser niga maye.

Dewlet sexte, meclîs sexte, dîploma serokkomarê wê sexte, dîploma şêwirmendê wî sexte, Mahkima Bilind sexte.
  
Li welatetekî wiha tu tiştekî ne sexte tuneye. Pir normal e ku Hamza Yerlîkaya jî wek serokkomarê xwe ji xwe ra dîplomayên sexte li hev ragirtibin.

XXX
Tirkiye bûye endamê Natoyê, lê ne ku tirk bi rastî ji Natoyê bawer dikin û li gorî prensîbên wê hereket dikin.

Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê, lê ne ku tirk bi rastî dixwazin normên wê qebûl bikin û xwe biguherin.

Tirk van tiştan tenê ji bona ku ewrûpî alîkariya kurdan nekin xwe dixin van deran. Têkiliya wan hemû, endametiyên wan hemû ji bona ku kurdan îzole bikin, ji bona ku nehêlin kurd ji derekê alîkariyê bigrin.

Ewrûpû sed salê din jî serên xwe bi tirkan ra biêşînin, wan bertîl bikin jî tirk nabin ewrûpî û demokrasiyê qebûl nakin.

 

XXX

Di vî zemanê talûke da pir zor e meriv di warê leşkerî û siyasî da bi însan be. Îcar li Rojhilata Navîn jiyan hîn jî zortir e. Heger hûn kurd bin, hûn tam dimeşin ser êgir, hûn mecbûr in zimanê xwe, kultura xwe, nasnameya xwe, heysîyet û hêjayiyên xwe biparêzin.

Bi vê jî naqede, dibê hûn li hemberî cilreşan jî hemû mîrat û hêjayiyên mirovahiyê jî biparêzin.

Bi kinî:

Kurdbûn cengawerîye !

Kurdbûn merivê herî pirûpakê dinyayê ye!

Kurdbûn rûsipîtiya mirovahîyê ye !

Kurdbûn pir xweş e !

Xwezî ez jî kurd bûma !

Fadî Alkûm, nivîskarê lubnanî.

Not: Min ji tirkî wergerand. Tirkiya wê di rûpela Mehmet Sanri ya twitterê da heye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE