18 december 2020

Mistefa Kazimî li Tirkiyê bi gotinekê jî qala dagirkeriya Tirkiyê nekir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do li Tirkiyê bû. Bi serokkomar Erdogan ra civîneke dirêj çê kir û piştî civînê jî bi hev ra civîneke çapemeniyêçê kirin.

Mistefa Kazimî di axaftina xwe da bi yek gotinê be jî qala dagirkeriya Tirkiyê û bi hezaran leşkerên tirk yên li Kurdistanê-Îraqê nekir. Fena ku bi hezaran leşkerên tirk ne li Kurdistanê-Îraqê bin, ji tirkan ra negot gerek Tirkiye leşkerên xwe ji Îraqê vekşîne. Fena ku bi hezaran leşkerên tirk welatê wî dagir nekiribin. Çimkî ew zerokwezîrê kurda ye jî.

Uslûba wî, gotinên di civînê da bi kar anîn, fena ku di nabêna Îraqê û Tirkiyê da tu gelş tunebin, fena ku bi hezaran leşkerên tirk û bi dehan şargehên û qereqolên tirk di nav axa Kurdistanê-Îraqê da tunebin.


Serokwezîrê welatekî çawa dihere serdana welatekî dagirker û dema here jî çawa qala dagirkeriya wî welatî nake, nabêje gerek hûn ji welatê me derkevin, ez fêm nakim !

Seddam zalim bû, qatil bû, lê belê wek vî pepûkî ne bêşexsîyet bû.  Seddam li ser hukim bûya tirkan newêrîbûn bihostek erdê Kurdistanê-Îraqê daigr bikin.

Kurdistan ne welatekî serbixweye, di warê huqûqî û qanûnî da girêdayî Îraqê ye, yanî erdê Îraqê ye. Lema jî dibê Îraq li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkeve.

Lê vî bêxîretê Mistefa Kazimî bi gotinekê jî qala dagirkeriya Tirkiyê nekir, negot dibê Tirkiyê leşkerên xwe ji welatê min vekişîne. Dema kesên wiha serokwezîrê Îraqê bin, tirk tu carî ji Îraqê venakişin û ewê hin derên din jî dagir bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE