18 december 2020

Ne tirk bi kuştina me têr dibin, ne jî em bi qîrîn û hawarê diwestin

Ne tirk bi kuştina me, bi zulma li me dikin diwestin û têr dibin, ne jî em bi qîrîn û hawarê, bi girî û fîganê diwestin, dawî li vê perîşaniya me tê. 
Ev sed sal e tirk bi zalimîyeke mezi li me dixin, me dikujin û dikujin. 
Lê tu carî dilê wan rehet nabe, hedefa wan koka me biqelînin, me wek milet li dinyayê nehêlin.

Me bi milyonan bi darê zorê ji welatê me koçber dikin.
Me wek keriyê pez tije zindanan dikin.
Her roj xwîna me diherikînin...


Kînga dilê wan dixwaze çend gundan bombebaran dikin, çend kurdan dikujin û çend rojan pê bîna xwe fire dikin.
  
Dûra dîsa eynî tiştî dikin. Ev sed sal e ew me dikujin, em jî dikin qîjîn û hawar, ne ew diwestin, ne jî em…

Tirk, ji kuştina me, ji zulma li me dikin tu carî ne diwestin û ne jî têr dibin, lê emê heta kînga kanibin li ber xwe bidin ez nizanim.

Sed sal şer û liberxwedan demeke pir dirêj e, meriv pola be jî dimihe, gûzan be jî ko dibe, kevir be jî dihele…

XXX

Tirkiyê do bi şev li herêma Eyn Îsa êrîşî hêzên HSDê kiriye. Ev demeke Tirkiye dibêje ewê êrîş bike.

Heta Trump li ser hukim e dixwazin hin derên din dagir bikin. Rûsan miheqeq destûr dane.

Emê çawa ji bela van zalim û hovan xelas bibin ez nizanim. Bi hezaran çete di destên wan da ne, çiqas werin kuştin jî ji kîsê wan naçe. Ewê li hin derên din jî êrîş bikin. Her sal berî serê salê êrîş dikin.

Hêza kurdan tenê têrê nake van zaliman bisekinîne. Rûs kirîne û Amerîka jî bêîstîkrar e.

 

XXX
Ev renteleyê Donald Trump hîn jî dibêje min bi ferqeke pir mezin qezenc kir, lê demokratan zafera min dizîn.

Merivekî tam qîr e, bêrûyekî wiha nehatiye dîtin. Ne fedî dike, ne li ber xwe dikeve.

Lê dîn ne ew tenê ye, bi milyonan jê bawer dikin. Însan mexlûqatekî ecêb e.

XXX

Li kekê Celal Temel guhdarî bikin, bibînin tirkan piştî Şerê Cîhanê yê Yekê kurd jî wek êrmeniyan çawa tehcîr û qetil kirine. Milyonek kurd ji Serhedê mecbûrî koçberiyêkirine, li dora 300 hezarî bi rîyan da mirine, yên mayî jî li Tirkiyê, di nav tirakn da belav kirine û kirine tirk.

Tehcîr û jenosîda êrmeniyan tê zanîn, lê ya kurdan ya 1916-1918a nayê zanîn. Celal Temel xoce , bi lêkolîna xwe vê tehcîr û jenosîda kurdan ya nayê zanîn ronî dike.

Em jenosîda êrmeniyan zanin, lê ji ya me haya me tuneye, ya me jî bi qasî ya wan e

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE