18 december 2020

Meriv bexşîş da divê Porsche be !

Garsoneka Swêdî bi navê Josefin Jostin di dîroka Swêd da bexşîşa herî zêde girt. Bexşîşa wê ne çend kronên swêdî, Porscheyek bû.

Josefin li aşxaneyekê wek garson-servitris- dixebite. Piştî ku mêrik Porscha xwe wek bexşîş dide Josefîn xanima 19 salî ew berê bawer nake, dibêje:

 -Berê min got qey henekê xwe bi min dike.

Lê Josefîna delal dûra dibîne ku ne henek e, mesele cidî ye.

Roja Îniyê ew dîsa wek her tim li aşxaneya Juniskar cafê li herêma Njurunda, li nêzê bajarê Sundsvalê dixebite. Çend muşterî tên li maseyekê rûdinin û teqawîtbûna yekî pîroz dikin. Josefîn dibêje :

 -Min tu carî ew nedîtibûn. Lê ez hinekî bi wan ra peyivîm.

A çi dibe, piştî vê peyivandinê dibe. Mêrikê dike teqawît bibe, ji nişka ve comerdiya wî pê digre û erebeya xwe ya Porsche dîyarî Josefîn xatûna 19 salî dike. 

Îca Josefîn jî mala wê neşewite Josefîn e ha!
Tu dibêjî qey te ji xwe ra bi qelemê çêkiriye. Şalûl û bilbil li ber bejn û bala wê lal dibin!

Lê ew vê comerdiya mêrikê 65 salî ne bi pakî û şîrînîya xwe ve, bi serwîs û xizmeta xwe ve girê dide. Ew dibêje:

-Miheqeq ew ji serwîsa min gelkî razî man loma.

 Kî zane dibe ku jî wisa be!

Gava Josefîn hesebê wan didê, mêrikê teqewît dibe carê bala xwe dide bejn û bala Josefîna nazik û narîn û jê dipirse, dibêje:

-Xatûn tu çand salî ye?

Josefîn jî bi nazdarî dibêje:

-Ez 19 salî me, lê hindik maye ez têkevim 20a.

A dema Josefîna bejnzirava zarşîrîn dibêje ez 19 salî me, hiş û aqil ji serê mêrik diçe, hema bi carekê da jê ra dibêje:

- Ê wê demê te Porsche heq kiriye, ezê Porschya xwe bidim te.

Hevalên mêrik dikenin û serê xwe li ba dikin, dibêjin tu dîn î çi yî, tu yê çawa Porscheyekê bidî keçikeke xerîb?

Rojnamyê nenivîsîye, lê miheqeq mêrik gotiye, “kuro yeka weha ne Porsche, meriv dikane ruhê xwe jî bidê. Porsche bira bi qurbana têlek porê wê be!”

Lê Josefîn vê comerdiya mêrik bi tu nêteke xerab ve girê nade, ew dibêje wî qet tiştek bi min nekir. Li gor baweriya Josefînê ew merivekî pir comerd, nazik û efendi ye, loma jî ev bexşîşa ha daye wê. Çimkî wê xizmeteke baş ji wan re kirye.

Ez hêvî dikim piştî vê nûçeye Aftonbladetê servîtrîsên keç yên Swêdî hemû ji nuha û pê da ew jî ji mişteriyên xwe yên teqawitbûyî ra xizmet û serwîsên baş bikin. Ne Porsche be jî dibe ku ew jî bi kêmasî yek Volvoyan wek bexşîş bigrin. Ma qey comerdê dinyayê ne ev mêrik tenêye!

Esas ew kesên li aşxane û çayxaneyan çend kronan dikin destên wan horiyên çavhişin divê ji nuha û pê va ew jî meblaxên xwe zêde bikin. Ne xwe bi rastî jî şerm e!

Josefîn berê bawer nake, lê dema dibîne ku mêrik cidî ye, radibe numra telefona wî jê distîne. Yanî karê xwe saxlem dike. 

Biaqil e!

Dema Josefîn çîroka xwe ji dê û bavê xwe ra dibêje, ew jî jê bawer nakin. Lê roja din Josefîn telefonî mêrik dike. Mêrik xwedî li soza xwe derdikeve û dibêje, were Porscha xwe bibe, bira Porsche bi dora te be.

Josefîn û bavê xwe diherin mala mêrik, li Porscheya xwe siwar dibin û diçin.

Diyar e bavê Josefînê jî ji netîcî memnûn e. Çimkî ew jî bexşîşa keça xa bi kêfxweşî digre.

Porsche tam ne nuh e, li gor rojnameya Afonbiladet modêla wê 1979 e. Lê dixebete û tu qusûreke wê tuneye.

Rojnameya Aftonbladetê xwe gîhandiye vî camêrê comerd. Lê camêr navê xwe eşkere nekiriye, xwestiye anonîm bimîne. Xwezî navê xwe eşker kiribûya. Ji ber ku ez ditirsim comerdê me  kurd be. Çimkî comerdiyên wiha ji kurdan tê.

Xwediyê Porschê gotiye:

-Dema ez li wir rûniştibûm min bala xwe da çavên wê. (Camêr seraf e, çimkî bala xwe daye dera herî girîng) Min di çavên wê da dît ku ew çi horî ye. Loma jî min got Porsche divê ya wê be.

Li dinyayê mêrin wiha jî hene. Meriv bexşîş da xatûnekê divê bi kêmasî Porsche be!

19/8-2005
Netkurd 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE