17 december 2020

Ewrûpî çima Tirkiyê nabin îflasê û çima destegê nadin çêbûna Kurdistanê?

Heger Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka bixwazin kanin di salekê da Tirkiyê bibin îflasê û teslîm bigrin; hate kanin belav bikin.

Lê naxwazin keştiya tirk binav bikin.

Ji bo ku rewşa tirkan xerabtir nebe, ji bo ku Tirkiye belav nebe her musamahayê, her alîkariyê bi tirkan ra dikin.

Quretî û zirzopiyên Erdogan û tirkan îdare dikin.

Ji bo ku tirk biaqil û medenî bibin bi şefqet nêzîkî wan dibin, wan îdare dikin, wan perwerde û terbîye dikin, dibêjin belkî bi vî hawî tirk dev ji cêbkêsaniyê û çetecîtiyê berdein û bibin ewrûpî.

Ji bo ku Erdogan û tirk vê şêla ewrûpiyan û amerîkiyan baş zanin, dev zirzopiyên xwe bernadin, tim wek zarokên aşûnî, şûmî hereket dikin, quretî û gotinên ji serê xwe mezintir dikin.

Heger ewrûpî û amerîkî bixwazin kanin devê wan biçirînin, kanin wan bibin îflasê.

Çimkî ev hêza Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpa ya aborî heye.

Lê wek min got nakin, dixwazin ev dewlet bimîne, belav nebe. Çimkî em jî ne alternatîf in. Heger me ew bawerî bida ewrûpiyan belkî bihîştana keştiya tirk binav bibe.

Heger sed sal berê serokên me jîr û biaqil bûna nuha Kurdîstan hebû.
Lê bi derewên tirkan xapiyan û ketin kemîna Mistefa Kemal û bi hev ra doza Kurdistaneke serbixwe nekirin.
Ji dêlî bibin hevalên îngilîzan û şerê tirkan bikin, bûn hevalê tirkan û şerê îngilîzan kirin.

Nuha jî eynî tişt e. Nuha jî li tu beşekî em ne li ser hev in û bi hev ra, bi xurtî serxwebûnê naxwazin, her partiyek li têlekê dixe, her partiyekê pişta xwe sipartiye dewleteke dagirker û gorrên hev dikolin, neyartiya hev dikin.

Heger serokên me yên başûr, bakur û rojavayê Kurdtistanê li hev û biaqil bin Kurdistan ewê çê bibe.

Lê mixabin serokên kurdan wê baweriyê nadin ewrûpiyan û amerîkiyan.

Lema jî Kurdistan çê nabe. Yanî sebebê çênebûna Kurdistanê ne ewrûpî û amerîkî ne, em kurd in, em bi kêrî karekî wiha nayên. Serokên me ne li dû Kurdistaneke serbixwe, li dû kursî û zengînbûna xwe ne.

Roja kurd ji van serok û rêberan xelas bibin û serokên netewî yên wek Dr. Şivan bikin pêşeng û rêberên xwe, Kurdistan ewê çê bibe.

Bi van serok û siyasetmedaran em ne baweriyê didn xelkê û ne jî ji xwe ra tu havilê dikin; emê tim şerê hev bikin.

 

1 kommentar:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE