17 december 2020

Komara elelokan

 

Tirk li navê dewleta xwe "Republic of Turkey” poşman bûne, dixwazin biguherînin.

Dibe ku hinek nizanibin, li gor tê gotin, gotina ”Turkey”, di dema dawî ya dewleta Osmanî da hatiye bikaranîn.
Cara pêşî di hin çavkaniyên îngilîzî da lê ewe jî bi maneyeke hinekî bi qerf û tinaz îngilîzan bikaranîye.
Îngilîzan navê xwe kiribûn ”GREAT BRITAIN” yanî Brîtanya Mezin lê navê tirkên osmanî jî qey ji ber kum û kolozên sere wan kiribûn ”elelok/elok, şamî.”

Wek tê zanîn Komara Tirk yanî (Republic of Turkey/Turkiye Cumhurîyetî) di 29ê cotmeha 1923an da ava bû. Heta sala 1923an li dinyayê dewletek bi navê ”Komara Tirkiyê/Turkiye Cumhurîyetî” tunebû. Berî avabûna Tirkiyê, dewleteke bi navê “Împaratoriya Osmanî” hebû. Ew jî ne ya tirkan tenê, ya gelek miletên din bû jî. 

Di dema Împaratoriya Osmanî da tirk pir biçûk dihatin dîtin, te ji yekî ra bigota, ”tu tirk î” diqeherî. Ji ber ku ji tirkan ra digotin ”tirkên bêîdrak”

Lê herçî umrê/temenê vê dewleta tirk ya virnî ye ku hinek tirk jê ra dibêjin, “BOYUK DEWLET” yanî dewleta mezin, here were 82 sal e.

Belê, ne zêde, temenê vê dewleta tirk ya virnî tenê 82 sal in!

Çîrok tê zanîn. Di sala 1923an da, di pêşengiya Ataturk da dema dewleta xwe ya virnî ava kirin, jê ra li navekî geriyan, nizanîbûn ewê çi navî li dewleta xwe kin. Ji ber ku xwestin navê “tirk” bi dewleta wan ve be, loma jî rabûn zû zûka, bêyî ku hinekî li ser kûr û dûr bifikirin, nvê dewleta xwe bi tirkî kirin “Turkîye Cumhurîyetî(Komara Tirkiyê)û bi îngilîzî jî bû “REPUPLIC OF TURKIYE”, yanî  KOMARA ELELOKAN!

Û ev nav, yanî navê ”komara elelokan” ne tenê ji alî biyaniyan, ji alî tirkan bi xwe ve jî hatiye qebûlkirin û bikaranîn. 

Yanî tirkan bi xwe jî ji roja pêşî û heta nuha, ev navê xwe bi kêfxweşî qebûl kirin.Tenê nuha hinek li dij derdikevin û ji hûkûmetê dixwazin ku vî navê naşîrîn biguherînin.

Di hemû civînên navnetewî da li hember Serokwezîr, Serokkomar û berpirsiyarên Tirkiyê bi herfên mezin di maneya ELELOKÊ da ”TURKEY” tê nivîsîn. Îcar Xwedê heye, ev nav jî çuqasî bi wan dikeve!

-KOMARA ELELOKAN!

Ya jî tenê:

-ELELOK!

Heta salên 1960î tirkên bi îngilîzî zanîbûn gelkî kêm bûn, kesî nizanîbû wateya ”TURKEY” bi îngilîzî elok/elelok e. Yanî navê elelokê bi îngilîzî ”TURKEY” e. 

Piştî salên 1960î, bi milyonan tirk ji birçînan qefle bi qefle, wek keriyên pez kişiyan hemû welatên Ewrûpayê.

Gelek bajar û gundên Tirkeyê=Komara elelokan, hema hema vala bûn. Dema ji Ewrûpiyan ra digotin em ji ” Republic of Turkey” tên, Ewrûpî bi wan dikeniyan, feqîr û belengazan nizanîbûn xelk bi navê dewleta wan dikene, digotin qey xelk pir ji wan hez dikin, ya jî ew mirovnin pir egzotîzk in loma.

Lê nuha ne wiha ye. Nuha zarokên van karkirên tirk li Ewrûpayê mezin bûn û êdî gelekên wan bi îngilîzî û bi çend zimanên din jî dizanin. Loma jî ew dibînin ku navê dewleta wan ELELOK e û xelk jî bi vî navê dewleta wan dikene.

Ji ber vê yekê jî gelek xortên tirk tu bixwazî nexwazî ji vî navê sosiret yê dewleta xwe fedî dikin û dixwazin biguherînin.

Bi rastî jî xort ne neheq in ku ji ber vî navê dewleta xwe şerm bikin û têkevin binê erdê. 

Ma tu dibê qey li dinyayê navê heywanekî din nema bû, rabûn ev nav li xwe kirin.
Ya jî li wan kirin.
Kanîbûn navê xwe ji dêl ELOKê ve bikirana ŞÊR, PILING, FÎL ya jî heywanekî hîn şîrîn û bi heybet!
Ya jî bikirana ”komara gurên boz”!
Ji ber ku ev nav li gor destana wan ya Ergemekonê jî ewê tam li wan bihata.

Îcar kê bîra xwe û ELELOKê biraye!

Xwedê hevza meriv bike. Bela sebeb negotine ”aqil taca zêrîn e, ew jî li serê her kesî nîne”!

Ez dibêjim bi îhtîmaleke mezin wê demê ji wan kesî bi îngilîzî nizanîbû, miheqeq îngilîzan bi qestî ev nav pêşniyarî wan kirin, ji bo ku heta û heta ji dinyayê ra bibin mijara pêkenînê. Çimkî îngilîz gelkî şît in, Xwedê meriv ji wan bisitirîne.

Hela carê bala xwe bidinê, nav ji xelkê. 

Serokkomar ji xelkê(Ataturk Arnawut e).
Qanûn ji xelkê(qanûnên wan hemû ji Îtalya û ji Îswîçreyê û ji welatên din hatine girtin) û navê wê jî Dewleta Tirk e. Fena ku meriv bi ”mirikê xelkê” bibe zava.
Bi baweriya min dewleteke wiha tunebe çêtir e.

Rast derew, li ser vê mesela ”Turkey” çîrokek tê gotin.

Dibêjin berî serê salê bûye, di demeke ku nabêna Emerîka û Tirkiyê jî gelkî ne baş bûye. Hin rojnameyên Emerîkî nivîsîne, gotine George W. Bush ewê îşev li Qesra Sipî li ser ”TURKEY”ê bipeyive. 

Ew rojname û telewîzyonên tirkan yên ku ev xeber bihîstine, yek nekirine dudu, hema revî revî muhabirên xwe yên herî bijare yên ku çend gotinên wî/wê yên îngilîzî hene, tavilê şandine Qesra Sipî.
Bi hêviya ku Bush ewê li ser Tirkiyê tiştekî nuh û baş bibêje. Lê dema Bush hatiye û dest bi axaftina xwe kiriye, hemû rajnamevanên tirk matmayî mane û di ciyê xwe da tevizîne. Ji ber ku Bush, ne li ser Tirkiyê, lê li ser ELELOKAN peyivî ye.

Wek tê zanîn li ba Emerîkiyan di cejna wan ya Noelê da wek tradîsyon elok pir tên xwarin. 

Bush jî xwestiye qala ”TURKEY” a xwe, yanî şîva xwe ya wê şevê bike, ne ku qala Tirkiyê bike.

Dibe ku ji ber hin bûyerên wiha komîk be, di van demên dawî da hin tirkên ku li Ewrûpayê mezin bûne û li Ewrûpa dimînin, dest bi xebatekê kirine. 

Bi beyanekê ji hikûmet û mediya xwe dixwazin ku ew navê Tirkiyê yê nuha, "Republic of Turkey = Hindi Cumhuriyeti/Komara Elelokan  biguherînin û bikin:

-Republic of Türkiye.

Digotin tirk korfahm in lê min tam bawer nedikir. Kurro korfahm û kêmaqilno, ji dêlî ku hûnê navê dewleta xwe ya 82 salî biguherînin û zirareke mezin bidin xwe, wa ye berê hûn bi keviran ve zeliqîne, navê Elelokan biguherînin çêtir û hêsantir e.

23710-2005
Netkurd

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE