07 december 2020

Ma we cara dîtiye navê kitêbekê şaş were nivîsîn?

 



Hin şaşî û sosiretên wer hene ez bawer nakim bêyî kurdan di nav miletekî din da çê bibin. Lê di nav me kurdan da çê dibin û bala kesî jî nakşîne, heger bikşîne jî kes guh nadê.

Nuha bi tesadufî bala min kişand, navê romana Mehmet Uzun, ”Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” şaş hatiye nivîsî, nav bûye ”Ronî mîna evîne, tarî mîna mirinê.

”Ronî mîna evînê”, bûye ”Ronî mîna evîne” 


Şaşiyên tekstê meriv fêm dike, carnan herfek şaş tê nivîsîn. Meriv kane îdare bike.

Lê belê şaşnivîsîna navê kitêbekê sosireteke mezin e, ibret e.

Ev kitêb bi vî navê şaş çawa tê firotin, însan çawa dikirin meriv fêm nake.

Û him jî reqlama min dît çapa 5a ye.

Kitêb ji alî ”Weşanxaneya Îthakî” ve di sala 2007a da hatiye çapkirin. Ev 13 sal in ev kitêb li piyasê bi vî navê şaş tê firotin.

Heger navê romaneka tirkî şaş bihata nivîsîn gelo ewê dîsa bifrotana?
Ez bawer nakim.

Heger li Swêd şaşiyek wiha bibûya, ewê kitêb bidana topkirin, bi wê şaşiyê nedifirotin.

Bi baweriya min heger romana nivîskarekî tirk bûya, tirkan jî bi vî navê naş roman belav nedikirin.

Lê ji bo ku nivîskar kurd e, ji bo ku kitêb bi kurdî ye, navê wê şaş hatibe nivîsîn jî ne problem e, bi wî navê şaş çapa 5a tê kirin.

Qapaxa min dît ya ”Weşanxaneya Îthakî” ye, belkî weşanxaneyên din jî eynî şaşî kiribin, wan jî bi wî navê şaş weşandibin. Ez bi dû neketim. Qapaxên min di Googlê da dîtin giş bi wî navê şaş bûn. 

Bi baweriya min şerm û sosireteke mezin e, meriv nizanibe navê kitêbekê rast binivîse.

Kitêb cara pêşî Avestayê di çileya paşîn(meha yekê)ya 1998a da weşandiye û navê wê “Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” ye. Bi kurmancî nabe meriv bibêje ”Ronî mîna evîne, tarî mîna mirinê”, dibê “e” ya evînê were tewandin.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE