Kampanya me ya zimên di nava Kurdan da ji texmîna me jî
zêdetir deng û olanek baş da. Piştî me, li welêt jî kampanyayên bi vî rengî
hatin destpêkirin.
Li gelek bajaran ji bo ku zimanê kurdî di dibistanan da
bibe zimanê perwerdeyê ji gel bi dehhezaran
îmze hatin topkirin.
Di nava kurdên
Ewrûpa da jî kampanyayê tesîrek
baş hîşt û bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Tesîra herî baş û bi qedir, gelek
malperên kurdî jî piştî gazî û hawara me ji tenga xwe va kampanya vekirin û
hinekan jî ji bin da dev ji tirkî berdan û dest bi weşana xurrî bi kurdî
kirin.
Her wisa gelek rewşenbîr û nivîskarî jî kampanya Netkurdê
baş û di cî da dîtin û bi e-mail û nivîsên xwe beşdarî kampanyayê bûn û
piştgiriya xwe nîşan dan.
Lê bêguman kampanyayê ne tenê ev reaksiyonên baş û
hewildanên piştgiriyê, di eynî wextê da hin reaksiyonên rexnegirî û
”nîvlidij” jî bi xwe ra anî.
Ez naxwzim yeko yeko li ser van rexneyên li dijî kampanyayê rawestim. Ezê li
ser ziman û rewşa me ya îro careke din çend tiştên gelemperî, hin fikrên xwe
yên şexsî bibêjim.
Berî her tiştî divê meriv pirsekê ji xwe bike:
-Me bi vê kampanyayê ji kurdan, lê bi taybetî jî ji siyasetmedar, nivîskar û
rewşenbîrên kurd çi xwestiye?
Bes dema ez dibêjim ”me”, ez li ser navê kesî napeyivim, ez tenê li ser navê
xwe dipeyivim û baweriyên xwe yên şexsî dibêjim.
Me gotiye, divê em kurd bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi
tirkî nepeyivin, bi kurdî bipeyivin û binivîsin.
Dîsa me gotiye, yên nizanin divê hewil bidin fêr bibin û zarokên xwe jî fêr
bikin.
Ez fêm nakim di vir da çewtî ya jî neheqî çi ye?
Helbet ji tirkî devberdan em jî zanin ku ne karekî hêsa ye
û di çend rojan da nabe. Ya girîng biryar û hedef e. Divê em kurd biryara xwe
bidin; zimanê me ewê tirkî be, yan jî kurdî be? Mesele hemû ev e.
Her kes dizane ku bi zimanê tirkî ji edebiyat, huner, muzîk
û bi giştî jî ji kultura kurdî ra xizmet nabe.
Her tişt û berhemên ku em bi zimanê tirkî
dixuliqînin bexçê kultur û edebiyata tirkan dewlemend û ya kurdan jî feqîr
dike.
Meriv bi çi zimanî berhemekê bixuliqîne, di warê kulturî da jî meriv ji wî
zimanî ra xizmetê dike.
Wek nimûne. Dema Îzzet Altinmeşe bi tirkî distirê, bêguman
ji muzîk û edebiyata tirkî ra xizmetê dike, wan dewlemend û geş dike.
Û her kes jî vê rastiyê qebûl dike, kes nabêje, ” na wele ferq nake.”
Lê dema Şivan Perwer bi kurdî distirê, bêguman ew jî ji muzîk û edebiyata kurd
ra xizmetê dike.
Meriv bi kîjan zimanî bistirê û biafirîne, feydeya meriv digihîje wî zimanî û
meriv çand û kultura wî zimanî dewlemend dike.
Ev yek ne tenê di warê muzîk û edebiyatê da, di siyaset û di hemû warê din da
jî wiha ye.
Dema meriv siyasetê bi zimanê tirkî bike, erê di warê siyasî da meriv
feydeyekê digihîne kurdan, lê di warê zimên da jî meriv kurdan asîmîle dike.
Ev rastiyeke ku tu carî nayê înkarkirin.
Loma jî çawa ku karê Altinmese dike ji bo me kurdan ne rast be, siyaseta bi
zimanê tirkî jî ne rast e. Her yek di warekî da zirarê dide kultur, çand û
edebiyata kurdî û kurdan asîmîle dike.
Li gel ku ev yek hewqasî vekirî û li ber çavan e jî, lê
dîsa jî gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd vê rastiyê qebûl nakin û bi
xemsariyeke mezin li asîmîlebûna miletê xwe temaşe dikin.
Û ne tenê temaşe jî, bi kirin û helwestên xwe jî vê prosesa helandina zimanê
kurdî bi lez û beztir dikin.
Gelo çawa dibe ev mirovên ku ji bo rizgarbûna vî miletî
hewqas eziyet û cefayê dikşînin, îşkence û tadeyên nedîtî dibînin, bi salan
di zindanan da dirizin, lê dîsa jî vê rastiya hêsan û vekirî, yanî xetera
asîmîlasyonê nabînin? Bi baweriya min sebeb pir hêsan e. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk ne di
warê siyasî da, lê di warê asîmîlasyona kulturî da jî bi ser ketiye û ev
serkeftina xwe ya kulturî jî bi piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên kurd daye
qebûlkirin. Yanî kela ji hundur da hatiye îşxalkirin.
Wek tê zanîn tirkan welatê me bi darê zorê dagîr kirine û
em jî ji xwe ra kirine kole. Di esasê xwe da em Kurd(kurdên bakur) hemû êsîr
û koleyên dewleta Tirk in.
Û ji xwe camêran vê muameleyê jî bi me ra dibînin. Lê di vir da tiştê herî
balkêş, me kurdan tu carî ev êsîrî û koletiya siyasî qebûl nekiriye, baş fêm
nekiriye.
Erê dagîrbûna(îşxala) welatê me realîteyeke. Lê me ev realîte tu carî qebûl
nekiriye. Ji bo ku em vê realîteya siyasî biguherin em partiyan û gelek
rêxistinên din çê dikin û di gelek warî da jî bi canfîdayî li ber xwe didin.
Yanî refleksa me ya li hember dagîrkirina welatê me pir sert û bêkomprimîs e.
Siyasetmedar, rewşenbîr û kadirên kurdan yên şiyar û têgihiştî tu carî ev
realîte, yanî dagîrkirina welatê xwe qebûl nekirine û nakin jî.
Lê ev refleks û reaksiyona ku em di warê siyasî da nîşan
didin, em di warê asîmîlasyonê da nîşan nadin.
Em dagîrkirina welatê xwe ya fizîkî û siyasî qebûl nakin û ji bo vê realîta
ku ne rastiya me ye biguherînin, gelek fedakariyan dikin û bedêlên gelek
mezin didin.
Ev yek jî nîşan dide ku dewleta tirk ne di warê îşxala siyasî da, lê di warê
asîmîlasyonê da bi ser ketiye.
Yanî em asîmîlasyonê êdî wek rastiyeke xwe qebûl dikin û teslîmê wê dibin.
Ev jî destpêkirina wendabûna miletekî ye. Dîrokê gelek carî nîşan daye,
dagirkirina welatekî miletekî naqedîne, lê asîmîlebûna miletekî kane wî
biqedîne.
Em kurdên Kurdistana bakur wek netewe rû bi rûyê vê xeterê ne. Ji ber ku
zarokên me êdî bi piranî bi kurdî nizanin.
Ev jî destpêka qedandina me ye.
Berpirsiyar û mesûlên vê yek jî ne milet e, rêberên milet in, yanî kesên
siyasetmedar, hunermend û rewşenbîr in.
Divê em bizanin ku gunehê dîrokê bi meriv nayê…
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar