08 december 2020

Şujuya ser penêr

 Di telewîzyona Swêdî, di programa zarokan da pîrekê çêkirina penêr rê zarokan dida.

Heyvan avêt ji nava şîr da, şîr qusiya û şuju(aveke hişinok) bi ser ket. Navek li şujuya(ya jî şujîya) penêr kir û got me berê bi vê şujuyê hevîr dikir, nan lêdixist.

Baş deng nehat min çi nav lê kir.

Dema pîrê ji zarokan ra îzah dikir, şujuya/şujîya penêr hat bîra min. Şujuya penêr didan kûçikan, diqusandin, dikirin, lorik, toraq.

Me ji ava bi ser mêst û dêw(dew)diket ra jî digot şuju/şujî, şujuya mast û ya dew.

Min ev peyv, navdêr di Wîkîferhengê da nedît. Ez nizanim qeyd bikim. Xortên zanin bira peyva ”şuju” ji kerema xwe li Wîkîferhengê zêde bikin.

Şujuya penêr didan pez jî, pez pir jê hez dikir.

Hayrettîn Guven: Ez ji zaroktîya xwe da dizanim navê ava penêr şujî ye. Kurdên anatoliya navîn bi kar dînin.

 

Kadrî Ozkan: Selam kekê Zinar.Ava ser penêr diqusu dibe lorik, ava ser mast an dew diqusu dibe torak.Ez bawerim te ji bîr kirîye lewra gerek tu ji mi çêtir zanibe


Zinarê Xamo: Na, ez dibêjim tu şaş î. Şujîya penêr dekelînin, diqusînin dikin toraq. Dew diqusînin dikin çurtan.

Lor, lorik çawa çê dibe ez nizanim.

Not: Di numûneya toraqê da ez şaş im. Ji şujuya ser penêr lorik çê dikin. Toraq û çurtan ji dew çê dibe. Çurtên jî zivistanan dipişêfin ji dewê wî meyirê çê dikin. Piştî pişaftinê hebên hûrik jî dibin pişêfk.

Mahmûd Lewendî: Di ferhenga birayê min MIstefa Gazî de heye: şujî d. Peynir suyu, ayranın üste çıkan su vb. kısmı.

Zinarê Xamo: Erê, wê demê ferhenga wî pir hêja ye, gelek gotinên herêma tê da hene.

Mahmûd Lewendî:  Ji xwe ferhenga wî ya herêma me ye yanî Qerejdax.

Mem Dogala: Gelekî spas kekê Zinar. Cara pêşîye ku ez şuju dibihîzim. Heger ez têgihiştibim, li devera Hezexê em jê re dibêjin; haveyn.

Zinarê Xamo: na ne heyvan. Heyvan "maya" ye, meriv dixe şîr, dibe mast.

Şuju/şujî, ava bi ser penêr dikeve.
Ava bi ser mast dikve jî şuju/şujî ye.

Ava ji kîsê mast û dew diniqute jî şujuye

Pisikê Schrodonger: Em pir caran kuçika xwe bi şuju û nan têr dikin. Kuçik ji şujuyê gelek hez dikin.

Kemal Bakan:
Ji şujiya penêr lorik çêdibe,Toraq ji dew çêdibe

Şev baş apo

Zinarê Xamo: Sipas, wê demê şaş di bîra min da maye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE