08 december 2020

Ji şerma ez blok kirim

Carnan tiştên xerîb dibin
Yekî bi navê ”Îbrahîm Osman” daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû. Do, piştî ku min daxwaza wî qebûl kir, bûyerek hat bîra min, ez li navê wî ketim şikê, lê baş nedihat bîra min.

Bi min wer hat fena ku ev kes berê havlê min bû, hemşerîyekî minê wêranşarî ye. 

Lê ji bo ku di malperekê da li ser min hin cilqî, hin gotinên bêedeb kiribû, min ew ji hevaltiya xwe derxist. 

Lê baş nedihat bîra min ev ew kes e, ya na. Lema jî di Messengerê da min jê pirsî.

Min got hemşerîyekî minê êzdî bû hevalê min, pir kêfa min jê ra hat, min qedir dayê.

Lê dû ra min dît di malperekê da li hemberî min hin peyvên cilq û bêedeb kirine, min ew ji hevaltiya xwe derxist. Min got:

” Ez nizanim tu ew kes î, ya na? Heger tu ew kes î, ezê te ji hevaltiya xwe derxim. Lê ku tu ne ew î ji xwe mesele nîne...”

Ji deli ku bersîvê bide min, ez blok kirim. Min fêm kir şika min rast bûye, ruyê wî negert bersîvê bide, ez bloke kirim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE