08 december 2020

Erdogan zane pere kevir nerm dike

Her cara ku Yekîtiya Ewrûpayê dike biryareke li dijî Tirkiyê bigre, Tirkiyê ceza bike, Erdogan çend berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê dikire û nahêle li dijî Tirkiyê tu biryar were girtin. Pere kevir nerm dike, ewrûpiyan jî dike hevîr...

Ez bawer dikim nuha jî ewê eynî tişt bibe. Ji beyanên berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê ez viya fêm dikim, ewê tu jahrê belav nekin. Ewê dîsa demagojiyê bikin. 

Li gorî medya dinivîse Almanya, Îtalya, Îspanya, Malta, Polonya û Macarîstan ne terefdarên cezakirina Tirkiyê ne. Ji nava van welatan du welat jî, heta Almanya tenê jî li dij be, têra Erdogan dike, Yekîtiya Ewrûpayê nikane tu biryarê bigre.

Erdogan baş zane, ew çi xerabiyê, çi sûcî bikin jî, heta destê wî di bêrîka hin ewrûpiyan da be, Yekîtiya Ewrûpayê nikane tiştekî bi wî û bi Tirkiyê bike.

Lê ji bêrîkî wî tiştek dernakeve, donê wan di serê wan dide. Her sal çend milyar ji Yekîtiya Ewrûpayê bi navê alîkariya bi koçberan ra xûgiyê digre, ji wan peran çend qurişan li bertîlxuran belav dike, loqê mezin dîsa ji wî ra dimîne.

Çimkî ew zane pere, rişwet kevir nerm dike. Ewrûpî ji xwe ne qermît in jî, kevirê kuş in, zû nerm dibin. Reîs kultura wan û zimanê wan baş zane.

Lema jî tirk li dijî Qibrisê û Yûnanîstanê çi çavsoriyê bikin jî, li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê çi xerabiyê bikin jî ez bawer nakim Yekîtiya Ewrûpayê tiştekî bi tirkan bikin.

XXX

Artêşa Netewî ya Lîbyayê ya di bin fermandariya Hafter da li nêzî bendera Mîsratê dest daye ser keştiyeke Tikriyê.

Keştî bi ala Jamaîkê bûye. Jiye bo ku balê nekşîne, ji bo ku nizanibin keştîya Tirkiyê ye, ji dêlî ala xwe, ya Jamaîkayê pê ve kirine.

Li gorî medya dinivîse, 17 muretebat di keştiyê da hene, 9ê wan tirk in.

Li Derya Sipî teşxeleyeke mezin heye, hin tişt dibin. Tetbîqata Almanya, Yûnanîstanê, Îtalyayê û Misrê li herêmê heye.

Tirkan ji zûda ye sîleyeke baş heq kirine. Hêvî dikim di keştiyê da cirmeşût werin girtin.

 

XXX

Li Derya Sipî, li Lîbyayê her ku cî li tirkan teng bibe, her ku xelk wan sîle bikin, ewê jî li her dera Kurdistanê, li bakur, li başûr û li rojavayê Kurdistanê bêtir êrîşî kurdan bikin.

Kî li wan xe, ewê heyfa wan ji me bigrin.

Çimkî miletê herî bêkes em in, lema jî çavê wan me dibirre û kînga dilê wan dixwaze li me dixin û welatê me, gund û bajarên me bombebaran dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE