09 december 2020

Şikirîya xwe bi halê xwe bîne

Rêwiyekî kal ji gundekî diçû gundekî, bi rê da pir tî bû, ji bo ku tasek dewê honik vexwe, li perê gund dageriya ber konekî.

Bala xwe dayê peyakî wek fêrizan li pişt sêpiyê sekinîye dew dikyê û di ber ra jî kûre-kûra wî ye digrî. Hêsiran wek baranê dibarîne. Kalo meraq kir, ji fêrizê dewkil pirsî, got:

-Birazê, min meraq kir, ma tu çima digrî?

Mêrik îskîniyek kûr kişand û got:

-Apo, ma ez negrîm ewê kî bigrî? Jina min piştî vî emrî ez kirime dewkil! Loma jî ez rebenê Xwedê bi halê xwe digrîm.

Kalo mizicî, got:

-Birazê, weleh xanima min him hevîr bi min dide kirin û him jî dewkiliyê bi min dike, lê nahêle ez wek te bigrîm jî. Wa ye ya dîsa baş e, dihêle tu têra xwe bigrî. Loma jî şikiriya xwe bi halê xwe bîne.

 

Kurdbûna têrê nake

Li Almanyayê yekî kurd li parkê li ser kursiyekê rûniştibû Manîfestoya Komunîst dixwend. Kalekî alman di ber ra derbas bû, jê re got:

-Xorto, tu ji çi miletî ye?

Xort got:

-Ez kurd im.

Kalê alman keniya, got:

- Wer xuya dike kurdbûn têra te nake, dibê tu barê xwe hinekî din jî giran bikî!

 

Meraqa navan

Xortekî gundî li bajêr li ba kalekî koşkar sola xwe dide pînekirin. Ji koşkar ra got:

- Apo navê te bi xêr ?

Kalê koşkar got:

-Navê min Hirbo ye, xortê delal.

Bîstek derbas bû, xort îcar navê bavê wî meraq kir, got:

- Apê Xirpo, le navê bavê te çi ye ?

Kalê koşkar got:

- Apo bi dora serî, tu navê apo çi rast fêr bûyî, îcar ma navê bavê apo.

Xirpo: xêv, rentele, aqilsivik, totikvala

 

Ji min netirse

Jinik bi bapêşê ketibû, ditirsiya korona be. Ji vîrusa pê ketibû pirsî, got:

-Ma tu korona yî?

Vîrusa bapêşê got:

- Na hekê, ez ne korona me, ez vîruseke xwemalî, feqîra zekemê me, ji min metirse.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE