09 december 2020

Gazina ji rîsipiyekî

28/6-2005
Netkurd
Kekê
Yilamz(1) silav û hurmet ji te ra!

Kekê delal, bi rastî ji zûda ye min dixwest nameyekê ji te ra binivîsim û hin gilî û gazinan ji te bikim.

Ez zanim tu min nas nakî. Me tenê carekê li Stockholmê li aşxana xortekî swêregî(munasebeta civînê nayê bîra min)hevûdu dîtibû.
Berî civînê min di Newrozê da jî li te guhdarî kiribû. Nav û dengê te min ji zû da bihîstibû, lê min tu bi şexsî nedîtibû. Hevdîtina me ya rû bi rû di wê civîna sohbetê da cê bû.


Ez dirêj nekim, him di Newrozê da û him jî di wê civînê da min li te guhdarî kir. Di civînê da bi kurdiyeke gelek şîrîn û delal û bi hesret û evênek bêhempa te qala rêwîtiya xwe ya Başûrê Kurdistanê û ziyareta xwe ya Laleşa Nûranî kir.

Wek min got, min navê te bihîstibû û hin nivîsên te yên bi tirkî jî xwendibûn, lê min nizanîbû tu merivekî hewqasî zarxweş, zimanşîrîn û xweşsohbet û nuktedan î.

Hele henek û nukteyên te yên bi kurdî qet ji bîra min narin. Min nizanîbû kurdiya te ewê hewqasî xweş û şêrîn be. Ez li ser navê xelkê nepeyivim, lê yê min bi xwe dilê min bijiya zarxwşî û kurdiya te.

Ji wê rojê da ye, her cara ku ez nivîske te ya bi tirkî dibînim ew şev tê bîra min û ez ji xwe ra matmayî dimînim û ji xwe dipirsim:

- Gelo ev camêr çima ne bi kurdî, lê bi tirkî dinivîsîne?

Li gel ku kurdiya te hewqasî xweş û zimanê te jî hewqasî şîrîn e, lê tu dîsa jî bi kurdî nanivîsînî.
Gelo çima û ji bo çi?

Kekê hêja, tu kurdekî zana û têgihiştî ye, tu di rojnameyeka kurdan da dinivîse û xwendevanên te jî hemû kurd in, lê tu bi tirkî dinivîse. Ji bo çi?

Nuha te di rojnameyeka tirkan da û ji bo tirkan binivîsanda dîsa rê tê hebû, me yê bigota xebateke wiha jî pêwîst e. Lê tiştekî wiha jî tuneye. Dem û  dezgeyên dewlet û mediya wan têr nake, em jî  bênabên kurdan fêrî tirkî dikin.

Kekêî ezîz, min bi xwe tiştekî te yê bi kurdî nedîtiye. Nivîsên te yên Dema Nû û kovara Dengê yên min dîtine hemû jî bi tirkî ne. Gelo ji bo çi tu wek rewşenbîr, zana, siyasetmedar û rîsipeyekî kurd ji miletê xwe ra ne bi zimanê wan, lê bi zimanê tirkî dinivîsînî?

Heger yekî wek te zana û bîrewer, di warê siyasî da hatiye gelek ciyên girîng bi zimanê dayika xwe nenivîse, ma kî yê binivîse?

Ma qey bi kurdî nivîsandin kar û para ”nezanên” wek min e? Ez rojekê jî ne çûme dibistana tirkan û ne jî ya kurdan, lê min dîsa jî xwe fêrî kurdî kiriye û li gor zanîn û hêza xwe tiştê hişê min diçe ser dinivîsim.

De îcar ez fêm nakim çima tu yê piştî hewqas xwendin, zanîn, tecrûbe û serpêhatiyên gelkî tirş û tal nikanibî bi kurdî binivîsî?

Heta bigihîje kor û lalên xelkê jî bi zimanên xwe dipeyivn, dixwînin û dinivîsin.
Lê tenê ronakbîr û siyasetmedarên me rebenên kurdan ji xwe ra gelek qal û qîlan dibînin û bi zimanê xwe nanivîsin.

Gelek jê tew fêr jî nabin. Ji dêlê ve ew milet fêrî tirkî dikin. Bi baweriya min ev him çewt e û him jî neheqiyek mezin e.

Tu rîsipî û kadirekî gelê kurd yê gelkî hêja yî, bi qasî ku ez dizanim te him wek malbat û him jî wek şexs ji destê vê dewleta tirk ya bêbav gelek eziyet û cefa kişandiye û tu hîn jî dîkşînî.
Tu ketiyî zîndanan, te îşkence dîtiye û tu nuha jî ji ber zulm û zora vê dewletê ji welatê xwe reviyayî û li surgûniyê dijî.
Ma ev eziyet û cefa, zindan û îşkence û surgûn hemû ne ji bo xatirê azadbûna vî welatî û vî zimanî bû?
Em wek kes û hêzên siyasî ji milet ra dibêjin rabin, têkoşînê bidin û ji dewletê mafên xwe yên demokratîk û netewî bixwazin.

Ji dewletê vebûna dibistan û zanîngehan, radyo û telewîzyonan, yanî azadiya zimanê xwe bixwazin.
Ma ne ji bo serbestbûna vî zimanîye em û Tirk ev  80 sal in ku em ketine gewriya hev?

Ma ne her roj em gilî û gazinên xwe bi ewrûpiyan dikin, ji wan ra dibêjin dewleta tirk zimanê me qedexe kiriye, nahêle em bi zimanê xwe bixwînin. 

Li alîkî em ji xelkê ra wiha propaganda dikin, lê li aliyê din jî li dera zimanê me ne qedexeye em pê napeyivin û nanivînin. Ma li Ewrûpayê jî dewleta tirk nahêle em bi zimanê xwe binivîsin?

Na, em bi xwe nanivîsin. Li dera em nikanin binivîsin û bipeyivin, em dosza nivîsandin û axaftinê li xelkê dikin, lê dere ku kes nivîsandin û axaftina me qedexe nake, em bi zimanê xwe nanivîsin û napeyivin.

Ma ev ne paradokseke mezin e?
Gelo ji bo çi siyasetmedar, xwenda û ronakbîrên kurd bi piranî ne bi kurdî, lê bi tirkî dinivîsin?
Divê sebebekî vê paradoksê hebe?

Kekê delal, wek min li jor jî got, wek sohbeta te, nivîsên te jî bi qalîte û gelkî xweş in, meriv jê tam û zewqekê digre. Lê bi tirkînivîsandinê tu nahêlî hemû kurd nivîsên te bixwînin.

Tu jî zanî ku dinya îro pir piçûk bûye, ne hewceye ku meriv rojname ya jî kovarê bi rengekî fizîkî bigihîne destê xwendevanan.

Bi saya înternetê ji Kirgisîstanê bigre heta bi Awusturalyayê, ji Kurdistanê bigre heta bi Ewrûpa û Emerîkayê, yanî li her dera ku kurd lê hene, îro kanin têkevin malperên kurdan û di eynî wextê da nivîsa te bixwînin. Yanî sînor û dûrî êdî ji bo mirovan ne kelem in. Lê dema tu bi tirkî dinivîse tu nahêlî hemû Kurd nivîsên te bixwînin, tu tenê rê didî kurdên Tirkîaxêv.
Ev jî ji bo nêzîkbûna devok, ziman û hestê netewî tiştekî xerab e.
Globalîzmê bêyî destûra dewletan sînor rakirine û însan bi hêsanî kanin xwe bigihênin hev.

Ev pêşveçûn bi taybetî ji bo me kurdan gelek girîng e. Heger em hinekî jîr û zane bin û helbet heger destê me jî ji tirkî bibe, bi saya vê teknîka nuh em hemû kurd, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, em kanin xwe bigihînin hev, berhemên hev bixwînin û nas bikin, zimanê xwe nêzî hev bikin û pêş de bibin.

Ev têkilî jî bêguman ewê wek milet me nêzî hev bike, ewê hest û çîmentoya me ya netewî xurttir û saxlemtir bike.

Lê tesîra nivîsîna bi tirkî helbet berovaciyê vê ye, asîmîlasyon û jihevdûrxistina kurdan e. Yanî malkambaxî û malwêranî ye.

Kekê delal, ez hêvî dikim ku bi van gazininên xwe min tu neêşandibe. Helbet divê ez bibêjim, ev gazin ya jî rexneyên min ne ji te tenê ra ne, ez li hemû kal û rîsipiyên wek te jî eynî rexneyê digrim û ji wan jî eynî gazinan dikim.

Divê tu û yên wek te ji xoratan ra, ji kesên wek min ra bibin nimûne. Divê xortên kurdan dîrok û edebiyata xwe bi kurdî fêr bibin. Ne ku hûn kurdan fêrî tirkî bikin.

Tirkî fêrkirin ne karê ronakbîr û siyasetmedarê kurdan e, vî karî ji xwe dewlet dike.

Agop Dîlaçarê Tirkçî dibêje, ”însan ziman çê nake, yê xusûsiyeteke netewî dide însên ziman e”

Dema zimanê me wenda bibe, wek netewe tu taybetiyek me namîne. Emê bibin tirkên esîlkurd. Ez hêvî dikim ku ezê tu carî wê rojê nebînim.

Min ev gilî û gazinên xwe berê xwest wek nameyekê tenê ji te ra bişînim. Lê ez dûra fikirîm ku ev gilî û gazinên min ji şexsê te bêtir, kurdan hemûyan alaqadar dike. Loma jî ez di quncikê xwe da diweşînim.

28/6-2005
Netkurd

1)Yilmaz Çamlibel

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE