31 december 2020

Di taximê herî germ da



Xanim di telewîzyona swêdî da li fîlimekî emerîkî yê Marilyn Monroe, Tony Curtis temaşe dike. 

Navê fîlm ”Di taximê herî germ da” ye.
Fîlmekî di sala 1959a da hatiye çêkrin, komedîyeke romantîk e, nostaljiyeke xweş e. Meriv têra dilê xwe li kilasîkên 
Marilyn Monroe gudarî dike.
Du muzîkjenên Chicagoyî, Joe och Jerry, bi tesadufî dibin şahidê cînayeteke mafyayê. Ji mecbûrî bi trinê direvin Florîdayê.


Ji bo ku heqê rêwîtiya xwe fînanse bikin wek du jinan di orketrayeke cazê ya jinan da dikevin kar û macareyên wan dest pê dike.

Di fîlm da di her sahneya bi heyecan û talûke da, her cara Tony Curtis û Jack Lemmon ehmeqiyekê dikn, xanima min ji ciyê xwe hol dibe, diblje:
-E haaa, e haaa… A wele çû, a wele çû… A wela îcar jahr belav kirin…
Law birevin, law birevin…Birevin, ewê we bikujin…

Welhasilî kelam, ji heyaca film tebatî nayê, ahaaa, ahaa wê bala min belav dike, ez nikanim konsantrayî tiştekî bibim…

Dawiya dawî ez mecbûr mam, ez jî pê ra li film temaşe bikim.

Wekî din nedibû.
Çimkî bi her “aha, aha, law, lawa, a wele îcar jahr bela kirin, , mahrûmo, ji xwe bigere..” li ber kompîtorê ez jî pê ra hol dibûm…

Min go ya baş vê heyecanê ez jî pê ra bijîm… 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE