01 januari 2021

Hêvî dikim îsal em nebêjin xwezî bi par

Îro roja pêşî ya sala nû ye, em nizanin 2021 ewê çiqasî ji par baştir be. Hêvî dikim baştir be û nebêjin, sal bi sal, xwezî bi par.

Lê li gorî sala çûnî, îsal însan bêtir bûne xwedî tecrûbe û bi hazirîne.

Berê însan hewqasî zû, hewqasî rehet û pir nedimirin. Meriv her roj xebera wefata çend nas û dostan nedibihîst. Mirin hewqasî ne erzan û zêde bû.


Epîdemiya koronaya malmîrat wek aşîtê her tişt da ber xwe, negot kal e, ne got pîr e, ne got xort e, hîn zû ye, kanîbû bi kê, çavê wê kî birrî, çû bi gewriyê girt û bîn lê çikand.

Di dinyayeke wiha da dibê meriv tu karê xwe taloq û texîr neke, çimkî garantiya jiyanê nemaye,  meriv nizane korona kînga ewê were bela xwe di meriv jî bide.

Sala 2020î sala koronayê bû, bîn li însan çikand, dinya teslîm girt.
Hêvî dikim 2021, ewê bibe dora însanan,  însan ewê zora koronayê bibin û dinya ewê ji vê bela mezin xelas bibe.

XXX

Bi her zimanî xelk ne "serê salê, ne sersalê", SALA NÛ li hev pîroz dike, lê piraniya kurdan "serê sala" hev pîroz dikin. Ev çend sal in ez li ser vê meselê dinivîsim, pere nake. Dibê meriv bibêje: Sala we ya nû pîroz be ! Gelek kes ferqa "sersalê" û sala û nizanin.

Ya tê pîrozkirin ne "serê salê" ye, sala nû ye, salek diqeqede, salek nuh tê, meriv sala nû li hev pîroz dike, hêvîyên xwe ji sala nû tîne zimên. Bi her zimanî sala nû tê pîrozkirin.

Bêyî kurdan tu kes "sersalê" pîroz nake, çimkî sersal şeva serê salê ye, ne sala nû ye.

Îro jî hîn hin kes "sersala" min pîroz dikin. Halbû sersal, yanî şeva serê salê do bi şev bû, qediya. Lê şaşiya yekî bû şaşiya bi hezaran, heta bû qalibekî standart, êdî hema hema her kes vê şaşiyê dubare dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE