31 december 2020

Haziriya serê salê

Me haziriya xwe ya serê salê temam û tekûz kir. Mala lawikê me Rojen ava be, ew bi min ra hat dikanê, me lazimiyên xwe giş kirîn. Helbet peqlawa Dîlokê (entabê)jî me ji bîr nekir. 

Heta çend sal berê, serê salê û eydiyan, peqlawe û qedaîf min li mal çê dikir. Çimkî li piyasê peqlawe, qedaîf nedihat dîtin, lema jî min tim li mal çê dikir.

Lê nuha him peqlawa me û him jî ya erebî heye, hema hema li her markêta xerîban difroşin. Erebên şîraniyê difroşin bi piranî lubnanî û sûrîyî ne. Zarokên me ji peqlawa erebî hez nakin.

Xanim li mitpaxê ji me ra kufeteyan(kutlikan)çê dike. Ji ber ku lawikê me yê biçûk, Rojan, vejeteryan e, xanim jê ra kufteyên bêgoşt çê dike. Kufteyên me bi goşt in, ez, xanim û Serhat, emê bireqînin kufteyên bi goşt û tûj.

Nizanim çima, lê îsal qet heyecana sala nuh bi min ra tuneye. Koronayê û rewşa me ya siyasî ya li her çar perçên Kurdistanê em qudûmşikestî kirine. Hêvî dikim sala 2021a bi me ra hinekî bikene û derîyekê xêrê li me veke.

Ez ditirsiyam mêrik paceyên me neqedîne, axirê do êvarî qedandin, ev pir baş bû. Me hîn baş dûzan nedaye malê, lê tiştên pir me bi cî kirin. Em ji paceyên xwe memnûn in, gelkî xweşik xuya dikin.

Belê belêç. Sal zû derbas dibin, 40 salên min li Swêd qediya, sibe dikeve sala 41ê û ez jî dibim 71 salî. Min bawer nedikir sal hewqasî zû derbas bin, çi zû bû 70 ez fêm nakim, sibe jî êdî ezê bibêjim ez 71 salî me. Hêdî hêdî em nêzî dawiya rê dibin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE