27 december 2020

Bush û emrê Xwedê !

9/10-2005
Netkurd

Nizanim çima, lê ji roja rûxandina rejîma Seddamê dîktator û vir da, hema wer niqutîbû dilê min, min tim ji xwe ra digot, ev karê xêrê ne yê George W. Bush tenê ye, divê hinekên din jî li pişt wî hebin.
Min zanîbû Bush bi tena serê xwe newêre biryareke hewqas mezin û di cî da bide û gelê Iraqê û Kurdistanê ji cendera rejîma Seddam, vî zalimê zaliman xelas bike.

Nuha derket ortê ku texmîna min ji bin da ne bêbingeh bûye, bi rastî jî ”hinekên” ji Bush jî mezintir û bi hêztir li pişt vê biryara wî ya gelkî bixêr bûne. Wan emir daye(!) û Bushê reben jî ji mecbûrî gotiye, ser seran, ser çavan û emir bi cî anîye.

Li gor ajansa rojnameyan ya Swêd(TT) di programeke dokumentar ya BBCê da ku ewê di 10ê cotmehê-oktober- da were weşandin, George W. Bush dibêje: 

”Xwedê emir daye wî” ji bo ku ew here Afganîstan û Îraqê îşxal bike û azadî û demokrasiyê bibe van herdu welatan.
Wî jî bi dilşadî û bi serbilindiyek mezin ev emrê Xwedayê erş û asîman qebûl kiriye û dûra jî gav bi gav emir bi cî anîye.

Min bi xwe ji vî ”emrê Xwedê” gelkî hez kir. Mala wî ava ku emrekî wiha da cenabê Bush! Û ez hêvî dikim ku her tim emir û biryarên wiha li rê û di cî da bide. 

Çimkî bi biryarên çewt mala xelkê viritîye. Yekcarnan jî divê biryarên weha baş û di cî da bide ji bo ku bîna xelkê reben hinekî were ber. Divê yekcarnan jî belengaz û bindest jî bi ser kevin.

Bushê hêja û ”adil” di programa BBCê da dibêje, ”li gor vî, emir û wezîfa  Xwedê” ya gava duduyan jî çêkirina aşîtiya di nabêna îsraîliyan û filistîniyan da ye. 

Yanî piştî qedandina karê xwe yê li Afganîstanê û Îraqê, ewê gelşa îsraîlî û filistîniyan jî çareser bike. Bi rastî jî camêr wezîfa ku girtiye ser milê xwe bi rengekî bêtirs û bêperwa baş bicî tîne. Mala wî ava û hêvî û dua dikim ku Xwedayê mezin û mîhrîban ji bo tiştên weha bi xêr cesaret û hêza wî zêde bike.

Bush di programê da qala emir û wezîfeyên xwe yên din nekiriye. Negotiye piştî Afganîstan û Îraqê ewê dor were kê û kîjan dewletê?  

Lê ez hêvî dikim ku Xwedê hin wezîfeyên din jî dabin wî. Titştê meriv ji gotinên Bush fêm dike, nuha qada wezîfa wî Rojhilata Naverast e. Wek tê zanîn li Rojhilata Naverast zalim û dîktatorên wek Seddam ne hindik in, çend hebên din jî hene. Dibe ku di lîsteya Bush da navê Îran, Sûriye û Tirkiyê jî hebe.
Kî dizane, belkî jî ji ber vê yekêye -dibe ku hinekan ev hersê welat ji vê wezîfa Bush agahdar kirine- ev hersê welat jî heta ji wan tê berberî û dijminatiya Bûsh û projeya wî ya Rojhilata Naverast dikin. Lê ew çi bikin jî beyhûde ye, çimkî kes nikane emrê Xwedê û hêza Emerîka pûç bike.
Yanî zû dereng tiştê hat serê Seddam ewê were serên destbirakên wî jî.

Li gor dokumetera BBCê Bush, di hezîrana 2003an da li Misrê, li Şarm el Şexê ji serok û wezîrê derve yê filistîniyan Mahmûd Abbas û Nabîl Şaath ra jî qala vê wezîfa ku Xwedê daye wî kiriye.

Di programê da Nabîl Şaath jî vê îddîa programê piştrast dike û dibêje:

-Bush ji me hemûyan ra got:”Ez li gor wezîfa ku Xwedê daye min hereket dikim”

Xwedê berê ji Bush ra gotiye:

-Georgê min, here Afganîstanê û îşê wan terorîstan biqedîne!

Wî jî li gor vî emrê Xwedê, tavilê berê hêzên xwe daye Afganîstanê û di nava demeke pir kin da wezîfa xwe bicî anîye.

Piştî demekê Xwedê dîsa pê ra kêlimîye û hîdîka di guhê wî da gotiye:

-Georgê min, îcar dora Seddam e, here îşê wî dîktator û zalimî jî biqedîne!

Bush axaftina xwe didomîne û dibêje, “dîsa dengê Xwedê tê guhê min û îcar jî ji min ra dibêje

-Georgê min, nuha jî dora îsraîliyan û filîstîniyan e. Divê filîstînî dewleta xwe û îsraîlî jî ewlekariya xwe bi dest xin. Divê tu îsraîlî û filistîniyan li hev bînî û aşîtî û aramiyê bibî Rojhilata Naverat.

De îcar em kurd jî li Rojhilata Naverast dijîn, ez hêvî dikim ku “Xwedê” ji bo me kurdên din jî di guhê birêz Bush da tiştekî bibêje û emrekî bidê! Lê helbet divê em kurd jî hinekî alîkariya “Xwedê” bikin!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE