26 december 2020

Hafize xapînok e

Hafize tiştekî pir ecêb e, her ku meriv kal dibe, bi nav salan da dihere ew jî bi meriv ra zeîf û kal dibe. 

Ya din jî, hafize(bîr) tiştekî pir xapînok e, eynî wek pisikê ye, kes nikane lê hukim bike, dilê wê çi bixwaze, li gorî xwe çi muhîm bibîne wê di bîra xwe da dihêle. Lema jî carnan meriv dixapîne û carnan jî matmayî dihêle.

Çendakî berê ez rastî dosyeke nivîsên xwe yên 15 sal berê hatim. Nivîsên di 2005-2006a da min di Netkurdê da weşandine. Li ser hev 47 meqale ne. Ez nuha wan ji berêvkê da, rojê yekê di bloga xwe da diweşînim.


Min got bira wenda nebin, ew jî beşekî jiyan û tarîxa min in û her wisa yên demekê ne jî.

Arşîveke baş e, gelek tiştên îro nayên bîra min, nayên bîra kesî, di wan nivîsan da nemir bûne, bûne belgeyên jiyana min û demekê.

Mijar û naveroka hin nivîsan tê bîra min, lê ya hinan qet nayê bîra min, ji wan şopeke herî biçûk jî di bîra min da nemaye, zorê çiqasî didim hişê xwe jî tiştek nayê bîra min.

Dema ez wan dixwînim, ez ji xwe ra matmayî dimînim, dibêjim, min nizanîbû li ser vê meslê min tiştekî wiha nivîsîye. Ji wan hin nivîs hene, ji bo ku min ew nivîsîne pir kêfxweş im, ji xwe ra dibêjim çi baş bûye wê demê min li ser vê mijarê nivîsîye, rexne kiriye, fikrê xwe gitiye.

Di hin nivîsan da jî, hin gotin û tabîrên, sifetên nuha ne bi dilê min hene, dibêjim xwezî min wiha negota, bi hawakî din gotibûya.

Lê bêyî şaşiyên rastnivîsî ez tiştekî naguherim, nivîsan wek xwe dihêlim. Min ew nivîs, ew gotin li gorî şertên wê demê, wê rojê gotiye, ji kesê wê demê ra gotiye.

Ew kesê wê rojê min ew peyv jê ra kiriye mimkûn e îro li dereke din be, di şêla xwe ya siyasî da baştir ya jî xerabtir bûbe. Lema jî dibê meriv bi çavê îro li wan nivîsan nenêre, li gorî şertên wê demê mutala bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE