29 december 2020

Rim di çewêl hilnayê

 25/11-2005
 Netkurd

Wek tê zanîn di 9ê mehê da(9/11) dewleta tirk li Şemzînan cirmîmeşûd ya nî di ser sûc da hate girtin. Ji ber ku dewleta kûr girtin û reaksiyoneke wiha texmîn nedikir, loma jî dest û nigên hemû çeteyan û berpirsiyarên bûyerê li hev piçikî ne, dikin nakin, nikanin cînayeta xwe bincil bikin. Rojê dereweke bi boçik dikin, lê rim di çewêl hilnayê.

Du roj berê(22/11) rojnama Hurriyetê, nûçeyek li ser navê Fermandarê Cendirman General Fewzî Turkerî weşand. Li gor nûçeya Hurrîyetê, xwedêgiravî General Fevzî Turkerî li ser bûyera Şemzînan raporek bidizî daye Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karê Hundur Abdulkadîr Aksû.

Dema meriv “rapora” li ser navê General Turkerî hatiye weşandin dixwîne, baş xuya dibe ku yên emrê bombekirin û kuştinê dane qatilan, ketine panîkeke gelkî mezin.

Tiştê xwedêgiravî wek “rapor” hatiye belavkirin ji serî heta dawî derewên pir vekirî û tazwîrat in. Dixwazin hin derewan li hev bînin û pê ser bûyerê bigrin. Lê xweş li hev neanîne, kirine nekirine baş cî nedane derewên xwe. Zarokek jî tiştên hatine weşandin bixwîne ewê pê bikene.

Li gor nûçeya Hurrîyetê, General Fewzî Turkerî di “rapora” xwe da bi delîl û îspat nîşan dide ku xwediyê pirtûkxana hate bombekirin(Umutê) Seferî Yilmaz endam û berpirsiyarê Komîta PKKê yê Şemzînan e û ew gelek caran, bi telefonê bi Mûrat Karayilan ra  peivîye.

Ev jî tê wê maneyê ku ew ne merivekî hewqasî mezlûm e, yanî dikane were kuştin.

Herdu leşker jî tesadufî wê gavê li wir bûne. Dema sîxurê bi wan ra xwestiye here di pasajê da sîxurekî din bibîne, tam dema gihştiye ber deriyê pasajê bombe teqiyaye. Ew jî paş da, ber bî erebê reviyaye û di vê nabênê da milet êrîşî wan kiriye.

Berê gotin, yekî ji wan ji bo ku biçe tuwaletê ji erebê daketibû û çûbû pasajê.

Yekî din jî got na, ji bo ku ez herim Loto ya xwe bidim, ez ji erebê daketim. Yanî dikin nakin xweş li hev ranagirn.

Li gor “rapora” general, leşkerê din jî ji îznê vedigeriya, ew jî bi tesadufî ji wir derbas bû û hinekan ew nas kir û êrîşî wî jî kirin. Yanî çîrok.

Bombe ne malê Ermerîka, malê Alman e. Heger malê alman be wê demê ne ya leşkeran e, ya PKKê ye.

PKKê bombe mexsûs, ji bo ku “Artêşa Tirk têxe bin şaîbeyê” teqendiya. Loma jî dibê hukûmet neyê vê lîstika terorîstan û gavên çewt navêje.

Û ji bo ku xwendevan bawerîyê baş bi vê senaryoya xeşîman bîne rabûne rismekî Karayilan û Seferî Yilmaz jî bi fotomontajeke pir xerab bi nûçeyê ra weşandine.

Lê rojekê piştî vê xebera Hurrîyetê ya bi delîl û bi risim, Berdevkê Serokwezîr Akîf Bekî, ev xebera Hurrîyetê tekzîp kir û got, binaka tiştekî wiha tuneye, “kesî tu dosye nedaye Serokwîzîr”

Li Ser navê Wezereta Karê Hundur jî xebera Hurrîyetê hat tekzîpkirin û hebûna raporeke wiha hat redkirin.

Tenê Fermandarê Cendirman Fevzî Turkerî heta nuah tiştek negotiye. Li gel ku minaqaşe jî li xwedêgiravî li ser “rapora” wî tên kirin. Ev yek jî hêjayî pirsê ye.

Ya din jî, bi rapora dozgerê dewletê jî derket ortê ku bombeya di dikana pirtûkçî da teqyiye û ya ku gel di ereba leşkeran da dest da ser, yek in. Orjînalên her du rismên fotomontaj jî hatin weşandin. Malpera me jî do ev her du risim waşandin. Lê ji ber ku derew bûye karê wan, loma jî ne li ber xwe dikevin û ne jî fedî dikin. Derew li ba çapemeniya tirk wek fisên tajiya ne, hema berdidin.

Yanî xebera Hurrîyetê, belkî jî rojanma Tirkiyê ya herî mezin ji serî heta dawî derew e. Helbet kesên van xeberên derewan çêdikin merivên dewleta kûr in û ev karê wan e.

Lê ew çi derewê bikin jî êdî pere nake, bûyer eşkere bûye û qatil hatine naskirin. Fermandarê Bejayê Buyukanit li qatil û terorîstan xwedî derketiye û gotiye “ew leşkerekî pir baş e, li Başûrê Iraqê ew tim li ba min bû”.

Bêguman General Buyukanit bi vê beyana xwe dixwaze rê li ber mezibûna bûyerê bigre, ji bo serî neçe negihîje wî. Loma jî roja pêşî li efserê xwe yê terrorist xwedî derket.

Lê tiştê xuya ya ew çi bikin jî ewê nikanibin bûyera Şemzînanê jî wek ya “Sûsûrluk”ê bincil bikin. Him li Tirkiyê û him jî li Ewrûpayê olana bûyerê gelkî mezin e, bûyer çûye Meclîsê. Yekîtiya Ewrûpayê wa ye bi hawakî vekirî ji hukûmetê cezakrina qatilan dixwaze. Yanî halê “dewleta kûr” xerab e, bûye wek marê nîvkuştî, derbak du derbên din jî lêkeve ewê temam bibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE